Li Hewlêr agir bi navendeke hêjmartina dengan ket
3 Gulan
HEWLÊR (DÎHA) – Li bajarê Hewlêrê agir bi navendeke hêjmartina dengan ket. Rêveberê ofîsa Hewlêr a komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan diyar kir ku ger bizanin ji qest agir bi wî cihî ketiye, wê kesên ew kar kirine ceza bikin.
Li bajarê Hewlêrê agir bi navenda Şadî ya ji bo hêjmartina dengan ket. Hê jî sedemên wê nayê zanîn. Li gor agehdariyan agir ji ber bikaranîna cixareyê derketiye. Rêveberê ofîsa Hewlêr ê komîsyona bildind a serbixwe ya hilbijartinan Hindrên Mihemed ji rojanamevanan re wiha got: “Agir bi odeyekê ketiye nekû bi salonê. Lewra ti zerer negihiştiye salon û sindoqên dengdanê.” Derbarê egera ku ji qestan agir berdana wê odeyê û ji bo deng werin şewitandin, Hindrên Mihemed wiha got: “Me bi rêya polîsan dest bi lêkolînê kiriye. Ger derket holê ku bûyer ji qestan rûdaye, kesên xemsar wê werin cezakirin û dadgehkirin.”
Li gor agehdariyan li salona Şadî ya ji bo hêjmartina dengan, hêjmartin bêyî ti pirsgirêk derbikevin didome.
(mo/mae)