1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hewlêr, Edene û Şirnexê bernameyên bîranînê
Li Hewlêr, Edene û Şirnexê bernameyên bîranînê,li,hewlêr,edene,û,şirnexê,bernameyên,bîranînê

Li Hewlêr, Edene û Şirnexê bernameyên bîranînê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Endamên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li Hewler, Eden û Şirnexê bi merasim û bernameyên dewlemend hatin bibîr anîn.

Nûnertiya Hewlerê ya BDP'ê bi boneya endam PKK'ê û pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengin yên di salên 1982'an de di çalakiya zindanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne bername pêk anîn. Di bernameyê de rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Bernameyê ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de Nûnere BDP'a Hewlerê Abdurrahman Sevgat, serpêhatî û geşedanên Zindana Amedê vegot. Piştî axaftinê sinevizyona berxwedana 18'ê gulanê hat pêşandan. Girsê di bernameyê de bê navber silogana "Şehîd namirin" berz kirin.

EDENE

Li taxa Gulbahçe ya Navçeya Seyhana Edeneyê jî bi heman armancê Nûnertiya MEYADER'ê ya Edeneyê berameyek bîranînê pêk anî. Di bernameyê de rêveberên BDP'ê yên Edeneyê, nûnerên MEYADER, TUHADER, DOKH, Înîsiyatifa Aştiyê amade bûn. Li salona bîranînê posterên mezin ên Kemal Pir û Mazlum Dogan û pêşengên PKK'ê hatin vekirin. Dîsa alên PKK û Konfederalizmê hatin vekirin. Girsê di bernameyê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" û lehê Ocalan û PKKê berz kirin. Girsê bername bi rêzgirtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kirin.

Nûnerê MEYADER'a Edeneyê Murat Turgay û Serokê BDP'a Seyhanê Hazım Yalçın li ser wate û girîngiya meha Gulanê axaftin kirin. Axaftin bê navber bi siloganên "Ocalan" û "Şehîd namirin" hatin qutkirin. Bîranîn bi sînevizoyê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li taxa Başakê ya Navçeya Sîlopiya Şirnexê jî ciwanan bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" û "Şehîd namirin" ji bo bîranîna endam û pêşengên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane meşek pêk anîn. Polîsên hatin qadê bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî komê kirin. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan û çalakî heta derengê şevê berdewam kir.

(mae)