1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hewlêr ji bo berxwedana Kobanê meşa bi meşale
Li Hewlêr ji bo berxwedana Kobanê meşa bi meşale,li,hewlêr,ji,bo,berxwedana,kobanê,meşa,bi,meşale

Li Hewlêr ji bo berxwedana Kobanê meşa bi meşale

A+ A-

WEHBÎ DEMÎR / ALÎ DAGLÎ

HEWLÊR (DÎHA) – Li Hewlêr welatiyan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kantona Kobanê bi tevlîbûna sedan welatiyan meşa meşale hat li darxistin. Di meşê de berxwedana YPG’ê û Kobanê hat silav kirin û banga tevlîbûnê ji bo berxwedana Kantona Kobanê li gelê Kurd û ciwanan re hat kirin.

Piştî êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li ser Kantona Kobanê, ji aliyê Yekenîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji bo tevayî gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd bangawaziya piştgiriyê ji bo Kantona Kobanê hat kirin. Piştî bangawaziya YPG’ê li seranserê Kurdistanê û Kurdên dervey welat çalakiyên piştgiriyê hatin li darxistin. Di vê çarçoveyê de li Herêma Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi piştgiriya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya TEV-DEM, BDP, PYD û rêkxistinên ciwanan yên YNK, PÇDK, Partiya Komînîst a Kurdistanê li Ranya, Silêmaniyê û Hewlêrê çalakiyên piştgiriyê ji bo berxwedana Kobanê hatin li darxistin. Bi vê bûneyê li Hewlêr duh di demjimêr 18:00’an de gelê kû piraniya xwe ji penaberên Rojavayê Kurdistanê bû kombû û bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşa Rojava, alên YPG, YPJ, PYD, TEV-DEM û Tevgera Ciwanên Şoreşger ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşa kû nêzî hezar welatî beşdarbûn de, dirûşmên weke ‘Bijî Serok Apo’‘, Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Bijî Şoreşa Rojava’, ‘Bijî Berxwdana YPG û YPJ’ê’ û ‘YPG Dimeşe Erd û Esman Diheje’ hatin avêtin. Piştî kû meşa gel gihişt navenda bajêr a li ber Kelha Hewlêrê li ser navê rêkxistinên beşdarî meşê bûyî peyam hatin xwendin. Û piştre nûnerê TEV-DEM’ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Huso daxûyanî da. Di daxûyaniyê de Huso da zanîn kû piştî serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê û rizgarkirina herêmên Rojava dagirkerên Kurdistanê li xwe ranegirt û bi avakirina rêkxistinên xwînmêj yên weke DAIŞ û El Nûsra xwestin îrada gelê me têk bibin. Herwiha Huso destnîşan kir kû, “bi hemû hewildan, hêza xwe û kiryarên hovane komên çete û alikarên wan nekarîn li Rojava bigihin armanca xwe. Herî dawî li Kantona Kobanê bi awayek seranser xwestin bi hemû hêza xwe ve îrada azadîxwaz ya gelê Kobanê bişkênin. Lê li rastî berxwedana YPG û YGJ hatin û şkestên giran dixwin. YPG û YGJ vê serkeftina xwe ji piştgiriya gelê Kurd yê her çar parçên Kurdistan û dervey welat digre. Lewma wê li Rojava û parçên din yên Kurdistanê serkeftin hertim ya gelê Kurd ê azadîxwaz be.”

Çalakvanên beşdarî meşa bi meşale a ji bo piştgiriya berxwedana Kantona Kobanê bûyî têkildarî çalakiyê û berxwedana gelê Rojava û bitaybet Kobanê hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Endamê rêkxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger Karlos Kobanî hemû cûrên êrîşên komên çete yên li ser Rojava bi tundî şermezar kir û hestên xwe wiha anî ziman; “Di serî de ez berxwedana gelê Rojava û Kobanê silav dikim. Gelê Kurd êdî ne Kurdê berê ye. bi awayek zanabûn xwe birêkxistin kiriye. Êdî çavê gelê Kurd li cîhanê vebûye. Lewma bê mafiyê û erîşên dagirkirin û tunekirinê li ser xwe qebûl nake. Ji bo vê jî mînaka vê ya herî vekirî berxwedana şoreşa Rojava ya kû hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo digre ye. Li rexmî êrîşên hovane yên komên çete û dagirkerên welatê me, gelê me li berxwedana û namûsa xwe parastin. Berxwedana Kobanê mînaka herî dawî ya hêrsa gelê Kurd a ji bo azadiyê ye. Lewra li Kobanê jî komên çete nagihin armanca û xwe û berxwedana ya gelê bi îrade û xwedî rêxistin a gelê Kurde.” Aysel Mihemed da zanîn kû heta dawiyê ewê şoreşa Rojava û berxwedana gelê Rojava bitenê nehêlin û wiha domand; “Em ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatine tevlî meşê bibîn. Ez bejna xwe li ber tevayî şehîdên Kurdistanê û şoreşe Rojava ditewînim. Yên kû em gihandîne vê astê şehîdên me ne. Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û bitaybet Kobanê bi tundî şermezar dikim û dibêjim divê Kurd li hember dagirker û dijminên welatê xwe bibin yek wê demê tu kes nikare pêşiyê li riya Kurdan a berbi azadiyê ve diçe bigre. Bijî berxwedana Kobanê.” Meş bi avêtina drûşmên ji bo şoreşa Rojava û berxwedana gelê Kobanê bidawî bû.

(wd/mae)