Li Hewlêr û Kerkûk pileya germahiyê digihe sînorê 50'an
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN
Pileya germahiyê li başûrê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve diçe. Li bajarê Hewlêrê pileya germahiyê digihe 47 C0 û Kerkûk jî gihişt sînorê 50 C0 yê.
Rêveberiya meterolojî û erdhejan a Herêma Kurdistanê pileya germahiyê ya bajarên başûrê Kurdistanê yên îro belav kir.
Li gor daxuyaniya ji aliyê rêveberiya meterolojiyê ve hatî dayîn pileya germayê li bajarên başûrê Kurdistanê wiha ye. Hewlêr 47 C0, Kerkûk 49 C0, Silêmanî 46 C0 û Dihok 45 C0 e.
Rêveberiya meterolojiya Iraqê jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku wê li bajarê Besra û Îmare yên Iraqê îro pileya germahiyê bigihe 52 C0 an.
(rn)
Bêjeyên Miftehî li,hewlêr,û,kerkûk,pileya,germahiyê,digihe,sînorê,50,an