Li Hewlêrê bavek bi 15 gulleyan keça xwe kuşt
A+
A-
10:39 27.02.2014 HEWLÊR (DÎHA) – Li Hewlêrê bavekî bi 15 gulleyan keça xwe kuşt û piştre revî.
Li taxa 94 Badawa ya Hewlêrê, bavekî keça xwe bi kalaşnîkofê kuşt. bav 15 gulle li ser keça xwe reşand û kuşt. Bav piştî keça xwe kuşt, şopa xwe ji holê rakir. Rêveberiya Polîsên Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, di malpera Xendan de diyar kir ku îro ji vê bûyerê hatin agehdarkirin û dema çûn cihê bûyerê dîtin ku di mal de keçek bi navê A.E.W. ya 17 salî hatiye kuştin. Polisan anî ziman ku bav keça xwe bi 15 guleyan kuştiye û reviya ye.
Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku cenaze li Nexweşxaneya Rizgarî ye bûyer ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin.
(mae)
Bêjeyên Miftehî li,hewlêrê,bavek,bi,15,gulleyan,keça,xwe,kuşt