Li Hewlêrê di salekê 44 hezar û 605 zarok ji dayîk bûne
HANA AZAD/HEWLÊR Rêveberê giştî yê tendirûstiya parêzgeha Hewlêrê Dr. Saman Berzincî di kongreyeke rojnamevaniyê de statîstîka sala 2014’an ragihand û wiha got: “Sala borî li Hewlêrê 15 hezar û 550 dosye ji bo nexweşên penceşêrê hatine vekirin. Hezar û 904 rewşên nû hatine tomarkirin û 135 rewşên nexweşên xwînê hene.”
Dr. Saman di kongreya rojnamevanî de diyar kir ku 276 hezar û 252 xwendevan di testê re derbas bûne, çavdêriya tendirûstiyê ji bo cihên giştî hatine kirin û 318 cih li Hewlêrê hatine girtin.
Derbarê hêjmara zarokên ji dayîkbûne de jî Berzincî wiha got: “Sala 2014’an li Hewlêrê 44 hezar û 605 zarok ji dayîk bûne. Herwiha 4 caran zarok hatine aşîkirin.”
Li gor daxuyaniya Berzincî li Hewlêrê 7 nexweşên AIDS’ê hene û piraniya wan welatiyên biyanî yên li Hewlêrê ne.
Rêveberê giştî yê tendirûstiya parêzgeha Hewlêrê Dr. Saman Berzincî derbarê nexweşiya şekir û penceşêrê de jî ev agahdarî da: “31 hezar û 500 kesan serdana navenda nexweşxaneya şekir kirine. Sala borî 230 rewşên nû yên şekir hatine tomarkirin. Herwiha 15 hezar û 550 dosye ji bo nexweşên penceşêrê hatine vekirin. Hezar û 904 rewşên nû hatine tomarkirin û 135 nexweşên xwînê hene.”