Li Hewlêrê meşa ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojava
HEWLÊR (DİHA) - Hewlêrê bi pêşengiya Gencanî Welatparêzên Kurdistan bi hezaran ciwan û welatiyên Kurd jibo piştgiriya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û jibo ku girtina deriyê Sêmalka şermezar bikin meşiyan. Çalakgeran banga piştgiriya berxwedana Rojava kirin û ji Hikumeta Federal a Kurdistanê jî xwestin ku deriyê sinorê Rojava û Herêma Kurdistan'ê (Deriyê Sêmalka) vebike.
Bi hezaran jin, ciwan û welatiyên Kurd jibo piştgirî bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana bê hempa ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), herwiha jibo şermezarkirina girtina deriyê Sêmalka ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin li Parka Ronakî ya Hewlêrê kombûn. Herwisa Partî û rêkxistinên wek Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP),Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdisanê (RJAK), Gencanî Şoreşger û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên YPG'ê û alên YPG, PYD'ê hatibûn rakirin. Di meşê de bê navber durûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", 'Bijî YPG', 'Kurdistan wê ji dijminan re bibe goristan' hatin avêtin. Piştî ku pêşiya meşê gihişt ber avahiya ku li sala 1997'ê ji aliyê PDK'ê ve bi dehan gerilayên PKK'ê yên birîndar û gazî hatibûn qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.
Meşa ku bi pêşengiya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê hate li darxistin, piştî ku gihişt navenda bajêr girêdayî armanca meşê daxuyani çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Gencanî Welatparêz ve hate dayîn, hate gotin ku salek li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derbaz bû, di vê salê bi dayîna bedelên pir mezin û bi berxwedana gelê Rojava destkeftiyên netewî hatine bidest xistin û wiha hate gotin; "Lê hinek hêz û aliyên ku naxwazin gelê Kurd bigihije azadiya xwe dixwazin van destkeftiyane ji destê gelê Rojava bigrin. Jibo ku vê yekê pêkbînin jî serî li riyên curbecu yên hovane didin û heta diçin welatiyên sivîl bi rêbazên hovane qetildikin û malên wana talan dikin. Li rexmê van êrîş û polîtikayên tunekirina Şoreşa Rojavayê Kurdisanê, berxwedana gelê Rojava û bitaybet berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û hêzên asayişê leyistokên komên çete vale derxistine û ne gihiştine armanca xwe."
Di berdewama daxuyaniyê de, Gencanî Welatparêz balkêşand ser banga (YPG) jibo serferberiyê û wiha domand; "Di rojên dawiyê de neyar û hêzên ku li dijî statuya Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê di bin navê cihadê û çûna cennetê şerek berfirek li hember hêzên YPG'ê daye destpêkirin. Di van êrîşan de, her çendî ku komên çete nekarîne bigihin armanca lê pîvanên şer binpê dikin û tola xwe ji welatiyên sivîl hildidin û malên wana talan dikin. Lewma em bangawaziya seferberiyê ya YPG'ê di cih de dibînîn û tevayî gelê Kurd û ciwanên Kurd vedixwînin jibo piştgiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê."
Herwisa li ser navê cîhadê çûyîna Rojava ya ciwanên Başûrê Kurdistanê jî wiha hate gotin; "Li Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwanên Kurd li ser navê cîhadê û çûyîna buhiştê diçin Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re şer dikin. Dibin amûrê komên çete û dijminên me. Em bang li wan ciwanan dikin destê xwe ji xwîna gelê xwe bikêşin û beşdarî berxwedana gelê Kurd a jibo azadiya Kurdistanê bibin. Xwîna gelê xwe rijandin ne li gorî ola îslamê ye, eger hûn cihada rast bixwazin werin beşdarî berxwedana gelê Rojava bibin. Ji ber ku dema welatê newetekê û destkeftiyên netewî yên wê netewê hatin dagirkirin, li hember vê şerkirin û têkoşîn kirin, cihada herî mezin û herî pîroze." Lewra bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin ku, pêşî li çûyîna ciwanên Kurd yên li ser navê cîhadê diçîn li Rojava bi Kurdan re şer dikin û di nav komên çete de cihê xwe digrin.
Derbarê girtina deriyê sinorê Sêmalka ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê û hersê serokatiyan hate kirin ku dawî li girtina deriyê sinorê Sêmalka bîne. Daxuyanî wiha hate domandin; "Hikumeta Herêma Kurdisanê bi girtina deriyê Sêmalka, xizmeta dijminên gelê Kurd dike. Li cihê ku destê biratiyê yê gelê Rojavayê Kurdistanê bigre û piştgiriyê bide şoreşa Rojava, deriyê sinorê Sêmalka li gelê Rojavayê Kurdistanê digre. Em wek Gencanî Welatparêz bang li serokatiya Herêma Kurdistan, serokatiya Hikumeta Herêmê û serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê dikin ku divê demek ji ya din zûtir deriyê Sêmalka li gelê Rojavayê Kurdistanê vebike."
Di dawiya daxuyaniyê de sûîkasta li hember siyasetmedarê Kurd û endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso hate şermezar kirin û wiha hate gotin; "Şehîd Îsa Huso ev nêzîk 30 sale cihê xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd de girtiye û qet ji têkoşîna xwe ya azadiyê dûr neketiye. Wî hertim bi azadiya Kurdan jiyan kiriye û li gorî vê beşdarî bi awayek bi awayek bê hempa beşdariya xwe ji tekoşîna azadiyê re daye çêkirin. Lewra neyar û dijminên Kurdan ew ji xwe re weke gefek dîtin û bi sûîkastek ne merdî ew şehîd xistin. Jibo vê jî em wek Gencanê Welatparêzên Kurdistanê vê êrîşa hovane bi awayek tund şermezar dikîn û em soz didîn emê heta dawiyê di kesayeta Şehîd Îsa Huso de li bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê xwedî derkevîn û xiyalên wan yên jibo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê bînîn cih."
(nk-wd/lg)