1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Hewlêrê pêşbirka dengbêjiyê hat lidarxistin
Li Hewlêrê pêşbirka dengbêjiyê hat lidarxistin,li,hewlêrê,pêşbirka,dengbêjiyê,hat,lidarxistin

Li Hewlêrê pêşbirka dengbêjiyê hat lidarxistin

Li Hewlêrê bi boneya salvegera damezrandina Navenda Miqam, şahiya pîrozbahiyê hat li darxistin

A+ A-

09:48 05.03.2014 1 / 17 WEHBÎ DEMÎR – ALÎ DAGLÎ

HEWLÊR (DÎHA) – Li Hewlêrê bi boneya salvegera damezrandina Navenda Miqam, şahiya pîrozbahiyê hat li darxistin. Di şahiyê de, pêşbirka dengbêjan a ji aliyê Navenda Miqam ve cara yekemîn hat li darxistin de hûnermend û dengbêjê ciwan Hemîd Mistefa hêjayî xelata yekemîntiyê hat dîtin.

Bi armanca 7'emîn salvegera damezrandina Navenda Miqam (xebatên li ser dengbêjiya kurdî dide meşandin) li Hewlêrê li Salona Medya şahiya pîrozbahiyê hat li darxistin. Di şahiyê de hûnermendên bi nav û deng yên herêmê bi stranên xwe yên dengbêjiyê reng dan şahiyê. Her wiha xebatên şeş salan yên ji bo dengbêjiya kurdî hatine kirin bi wêneyan di pêşangehekê de hatin nîşandayîn. Şahiya kû di pêşengtiya Navenda Miqam û alikariya Wezareta Çandê ya Herêma Federal a Kurdistanê hat li darxistin de merasîma xelat dayînê hat çêkirin û di merasîmê de dengbêj û hûnermend Hemîd Mistefa (Hemîd Diyana) hêjayî xelata yekemîn hat dîtin.

4’ê Adara 2008’ê ji bo pêşxistin û parastina şêwaza dengbêjî û heyranokên Kurdî li Herêma Kurdistanê saziya binavê Navenda Miqam hat damezrandin. Di pêşengtiya vê saziyê de cara yekemîn sala 2013’ê di navbera 60 dengbêjan de pêşbirka dengbêjiyê hat li darxistin. Wê her sal ev pêşbirk bê li darxistin. Têkildarî pîrozbahiya salvegera damezrandina Navenda Miqam, girîngî û asta dengbêjiyê di mûzîka Kurdî de dengbêj Hemîd Mistefa kû di nav 60 dengbêjan de bû yekemîn hestên xwe bi me re parve kir.

'Dengbêjî di dîroka gelê kurd de xwedî giringiyek bê hempa ye'

Mistefa keyfxweşiya xwe ji bo standina pileya yekeminiyê ya pêşbirka dengbêjan, anî ziman û Der barê giringiya dengbêjiyê di nav dîroka gelê kurd de jî Mistefa wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dengbêjî di dîroka gelê kurd de xwedî giringiyek bê hempaye. Ji ber kû tu dîrokek kurdan a nivîskî heta niha tunebû û gelê kurd eger heta roja me ya îro kariye çand û zimanê xwe li ser piyan bihêle bi saya dengbêjiyê ye.”

Mistefa têkildarî rewşa dawî ya dengbêjiya kurdî li Herêma Kurdistanê da zanîn kû li Herêma Kurdistanê her roja diçe dengbêjiya kurdî ber bi tunebûnê ve diçe û gotinên xwe wiha bilêv kir: “Ji ber vê yekê jî em bang li Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê dikin kû giringiyê bide dengbêjiya kurdî û ji bo pêşxistin û zîndî helana dengbêjiya kurdî xebat bike. Ji ber ku di vê serdema kû weke serdema teknolojiyê tê zanîn ciwanên me ji stranên kurdî zêdetir stranên Erebî, Tirkî, Farisî û zimanên din guhdar dikin û ji starên Kurdî dûr dikevin bi taybet jî ji şêwaza dengbêjiyê dûrketinek bêhempa heye.”

Herwisa Berpirsê Navenda Miqam Nayif Şêxanî bal kişand ser xebatên Navenda Miqam ya şeş salên borî û û da zanîn kû, hem ji bo bîranîna xebatên şeş salên borî yên dengbêjiya Kurdî û hem jî jibo dayîna xelatê yekeminiyê şahiyek bi tevlîbûna dengbêjên Kurdan û koma mûzîkê li darxistine. Şêxanî daxwaz ji gelê Kurd kir kû, dengbêjiya Kurdî bê xwedî destûra lewazbûna dengbêjiya Kurdî bi tu awayî neyê dayîn.

(wd/ça)