1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hewlêrê çalakî didome
Li Hewlêrê çalakî didome,li,hewlêrê,çalakî,didome

Li Hewlêrê çalakî didome

Li Hewlêrê çalakiya birçîbûnê di roja 3’yemîn de didome

A+ A-

Çalakiya birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 2’yemîn de ji aliyê gel ve bi girseyî hate ziyaretkirin û her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî serdan kirin û piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re dan diyarkirin.

Ji bo piştgirî bidin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di roja 54’an de didome, çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li Hewlêrê li ber Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve tê organîzekirin, bi awayek bi biryar didome.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, herwiha gelek kesên navdar weke siyasetmedar , rewşenbîr, rojnamevan, rêxistinên ciwanan û karkerên ku ji parçeyên din yên Kurdistanê hatin serdana çalakgerên çalakiya birçîbûnê.

Serokê Fraksiyona Tevgera Goran yê Parlemantoya Herêma Kurdistanê de Kardo Mihemed serdana çalakgeran kir û da diyarkirin ku pêwîste hemû alî û rêkxistinên siyasî û civakî xwedî li van çalakiyan derkevin. Her wisa destnîşan kir ku, ew weke Fraksiyona Goran amade ne ku di hemû aliyan de piştgiriyê bidin van çalakiyan. Mihemed daxwaz ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî kir ku, wekî Serokê Herêmê piştgiriya xwe nîşan bide.

Her wiha li gel Şaredarê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) Ehmed Nêrwehî û li ser navê mamostayên wargehê mamosta Mihemed Nûrî Babat, komek ji Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê û piştgiriya xwe destnîşan kirin.

Çalakiyê bi stran û dîlana heya direngiya şevê berdewam kir.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî