Li Hezroyê gora komî ya wehşetê
10:41 10.04.2014 1 / 6 MELTEM OKTAY
AMED (DÎHA) - Hat diyarkirin ku li navçeya Hezro ya Amedê di Goristana Gireciritê 26 endamên PKK'ê yên di navbera salên 1992-2000'î de jiyana xwe ji dest dane bi komî hatine veşartin. Y.B. ê cenaze veşartibûn diyar kir ku serê PKK'yiyekî yê bi gulleyan hatibû parçekirin ji aliyê leşkeran ve wek kuldankê dihat bikaranîn û got, "Guhê yekî hatibû jêkirin. Gerîllayekî din jî li pişt panzerê hatibû girêdan û bi erdê ve hatibû kaşkirin. Di milên wî de çerm û goşt nemabû."
Hat diyarkirin ku li Goristana Gireciritê ya Hezroya Amedê 26 PKK'yiyên di navbera 1992-2000'î de li bejahiya Pasûr, Licê û Hezro jiyana xwe ji dest dane, bi komî hatine veşartin. Goristana Gireciritê li navçeyê di nav gel de ku wek "Goristana bêkesan" tê binavkirin, hat gotin ku cenazeyên PKK'yiyan ji aliyê leşker û xebatkarên şaredariyê ve bêyî wecîbeyên olî bên bicihanîn hatine veşartin. Ji 26 PKK'yiyan nav an jî nasnavên 9 kesan wiha ye: "Mehmet Saît Ozay, Dirêj, Hebûn, Nedîm, Demhat, Karker, Bager, Vedat, Jiyan."
'Kiloxê PKK'yiyekî wek kuldank bi kar anîn'
Welatiyê bi navê Y.B. xebatkarê Şaredariya Hezro, yê şahidî ji veşartina PKK'yiyan re kiriye got ku 7 PKK'yî ji devera Serêkanî ya gundê Bazmar, 5 PKK'yî ji devera Menzil a mezraya Kanîpuşkul û dîsa 5 PKK'yî ji herêma Henok a girêdayî gundê Hondof û PKK'yiyek jî ji mezraya Ankebîr a gundê Hondof ên Hezro anîne. Y.B. da zanîn ku PKK'yiyê li mezraya Ankebîr a Hondof hatiye dîtîn PKK'yiyê bi nasnav Dirêj e, serê wî bi gulleyan hatibû parçekirin û kiloxê serê wî ji aliyê leşker û cerdevanan ve wek kuldank dihat bikaranîn.
'Ji bo ax neçe ser rûyê wan me naylon li ser wan raxist'
Y.B. anî ziman ku têkildarî cenazeyên anîne, agahî dane şaredariyê û got, "Gerîllayên di şer de jiyana xwe ji dest didan dianîn tabûrê, di tabûrê de tiştên li ser wan dibirin, êşkence bi wan dikirin. Paşê gazî me dikirin. Me jî ew dibirin goristanê. Leşker jî bi me re dihatin. Bi qasî 60 cm, me gor kolandin. Me yek bi yek ew kirin goran. Ji bo ax neçe ser rûyê wan min bi derfetên xwe naylon li ser wan danî. Me bi vî awayî ew veşartin."
'Serê yekî di torbeyekî bedena wî di torbeyekî de bû'
Y.B. destnîşan kir ku cenaze parçe parçe bûn û guhên hinekan jêkirîbû. Y.B. wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cenazeyek du parçe bû. Serê wî di torbeyekî de, bedena wî di torbeyekî de bû. Guhê yekî hatibû jêkirin. Gerîllayekî din jî l i pişt panzerê hatibû girêdan û bi erdê ve hatibû kaikirin. Di milên wî de çerm û goşt nemabû. Dema me radihişt wan da ku em veşêrin, an milê wan an jî lingên wan di destê me de diman."
'Tevayî neynûkên wan kişandibûn'
Remziye Akgun a 80 salî ku yek ji şahidên wê demê bû wiha axivî: "Dema du kes anîn min ew dîtin. Êşkence li wan kiribûn. Tevayî neynûkên wan kişandibûn. Ew veşartin lê ax jî neavêtin ser wan. Pêlavên wan di lingên wan de bûn. Em ji tirsan nediçûn gorên wan."
'Dîroka kurdan PKK'yiyên di axê de hatine veşartin e."
Serokê Rêxistina Hezro ya BDP'ê Şakir Dolan jî got ku dîroka kurdan PKK'yiyên di axê de hatine veşartin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevayî hevalên di navbera salên 1992-2000'î de li bejahiya Hezro, Licê û Pasûrê hatine qetilkirin li vê goristana ku hûn dibînin veşartine. Ev goristan ji aliyê gel ve wek gorên bêxwedî tên zanîn . Li vir gorên 26 hevalan hene. Em ê di demeke kurt de lêkolînan bikin, b testa DNA bê yên kîjan malbatan e em ê tespît bikin. Ev wezîfeya me ye."
(yş/mae)