1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Iraqê di 12 salan de 406 rojnamevan hatin kuştin
Li Iraqê di 12 salan de 406 rojnamevan hatin kuştin,li,iraqê,di,12,salan,de,406,rojnamevan,hatin,kuştin

Li Iraqê di 12 salan de 406 rojnamevan hatin kuştin

A+ A-

ELEND KERKÛKÎ/KERKÛK Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê di raporeke xwe de eşkere kir ku piştî 2003’an û heta niha 406 rojnamevan hatine kuştin. Li gor wê raporê tenê di sala 2014’an de 14 rojnamevan hatine kuştin.

Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê salane derbarê binpêkirinên li dijî rojnamevanan de raporê belav dike. Di rapora Sendîkayê de tê gotin ku li sala 2013’an bûyer û êriş li dijî rojnamevan û dezgehên ragihandinê hatine kirin, gefa kuştin û revandinê li wan hatiye kirin. Tê gotin ku sala borî 23 rewş hatine tomarkirin û bi giştî 14 rojnamevan hatine kuştin. Di wê raporê de tê gotin ku 406 rojnamevan piştî hilweşandina rejîma berê ya Iraqê (2003) ve hatine kuştin.

Di rapora Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê de tê gotin ku sala borî herî zede bûyer li dijî rojnamevanan rûdane û daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike ku azadiya rojnamevanan biparêze û daxwaza alîkariya ciddî dike.

Di raporê de wiha tê gotin: “Rojnamevan û dezgehên ragihandinê, xêzan û malên rojnamevanan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî êriş û şiddete hatine. Bi dehan car rasterast gef li rojnamevan hatiye kirin.”

Di rapora Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê de tê gotin ku 14 rojnamevan li Iraqê hatine kuştin. Di raporê de bi ti awayî behsa gef û êrişên li dijî rojnamevanan li Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.