1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kanîreşê mudaxaleyî gel kirin
Li Kanîreşê mudaxaleyî gel kirin,li,kanîreşê,mudaxaleyî,gel,kirin

Li Kanîreşê mudaxaleyî gel kirin

A+ A-

4 Pûşper

ÇEWLIK (DÎHA) - Li gundê Qerxepazar ya navçeya Kanîreşa Çewlikê welatiyan riya Mûş-Erzeromê ji trafîkê re girtin, bi sedan leşker û polîsan mudaxaleyî welatiyan kirin.

Li gundê Qerxepazar ya navçeya Kanîreşa Çewlikê, ji bo çêkirina qereqolan şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Licê ji duh ve riya navbera Mûş û Erzeromê ji trafîkê re girtin. Saetên serê sibê bi sedan leşker û polîsan mudaxaleyî welatiyan kirin. Beriya mudaxaleyê welatî bi dehan wesayîtan hatin dorpêçkirin û helîkoptera leşkerî, leşker anîn cihê çalakiyê. Bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk mudaxaleyî gel kirin û gel jî bi kevir, molotofan bersiv da leşker û polîsan.

Piştî mudaxaleyê welatiyan cihê çalakiyê terk nekirin û bi saetan pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî berxwedana gel ya bi saetan, leşker û polîs paşve vekişiyan û gel li cihê çalakiyê, çalakiya xwe berdewam dikin. Her wiha ji bo barîkata ku welatiyan daniye rakin, wesayîtên kar sewqî herêma çalakiyê hatin kirin.

(ça/lg)