Li Kato´yê şer dijwar dibe
Li herêma Katoyê pevçûn dijwar dibin
Li herêma Katoyê ya navçeya Elkê pevçûn dijwar dibin û berdewam dikin. Tê gotin ku li herêma operasyonê leşker nikarin ji ber gulebarana HPG'iyan pêş bikevin û herêmê raste rast ji aliyê helîkopterên kobra ve tê bomebarankirin. Hate hînbûn ku leşkeran bang li cerdevanan kir ku tev li operasyonê bibin, lê cerdevanan bersiva "Em nayên operasyonê" dan.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn bi dijwarî berdewam dikin. Şevê din di navbera leşker û HPG'iyan de li herêma gundê Setkarê de pevçûn qewimîbû û pevçûn berdewam dike. Li gorî çavkaniyên heremê hate ragihandin ku leşkerên derketin operasyonê li çoltarê Navgra yê nêzî gundê Setkarê tên sekinandin û nikarin pêşbikevin. Herêm ji aliyê 4 helîkopterên kobra va heya serê sibê hate bombebarankirin û herêma Çiyayç Katoya Jirka jî gulebaran kirin. Hate angaştin ku li nêzî gundê Setkarê 8 wesayîtên zirxî yên bi navê kirpî û gelek leşker tên sekinandin. Fermandariya Tugaya navçeyê jî şevê din Katoya Jîrka û Katoya Marînosê bomebaran kirin. Li herêmê balafirên bêmirov difirin. Ji ber pevçûnan welatiyên navçeyê derneketin kolanan.
Cerdevan: Em nayên operasyonê
Hate hînbûn ku leşkeran bagn li gelek cerdevanên navçeyê û gundan ji bo tevlî operasyonê bidinin kirin. Lê cerdevanan got, "Em nayên operasyonê" û bertek nîşanî rayedarên leşkeran dan û tevlî operasyonê nebûn.
(bd/mae)