Li Kerkuk xwepêşandan: Rêya Hewlêr û Kerkuk hat girtin
SORAN KERKUKÎ
KERKUK/ROJNEWS
Ji aliyê parêzgeha Hewlêr û parastinê ve ketina otomobêlên bi pîlaqeya Kerkuk ji bo Hewlêr hat qedexekirin. Welatiyên li taxên Kerkuk yên gundên Sêkaniyan û Gurge Çall li hemberî vê biryarê xwepêşandan li darxistin û ji bo demekê rêya Hewlêr û Kerkukê girtin.
Welatî di destpêkê de li ber derê mekteba siyasî ya PDK’ê a li Kerkuk kombun û piştî wê dest bi xwe pêşandanê kirin. Welatiyan li ser rêya giştî ya Hewlêr û Kerkukê agir kirin û rê li trafîkê girtin. Welatiyên ku bi otomobêlên xwe berbi Hewlêrê diçûn û dihatin nerazîbunên xwe li hember xwepêşandan anîn ziman û bi bi çekan gule berdan hewayê.
Piştî ku alozî mezin bu berpirsyarek yên YNK’ê bi xwepêşandan re axivî û ji wanre got ku ewê li ser vê mijarê li gel berpirsyarên Hewlêrê bi axive. Welatiyan jî li ser vê yekê dawî li çalakiya xwe anîn.