Li Kerkûk 3 hezar malbatên penaber di mercên xerab de dijîn
ELENDA KERKÛKÎ/ROJNEWS
Wargeha penaberên Ereb li rojhilatê Kerkûkê heya niha bê ava vexwarinê, navenda tenduristiyê û dibistanin. Daxwaza alîkariyê dikin. Penaberan gotin ku heya niha ti rayadarekî hikûmetê neçûye wir û xwendekar jî daxwaza dibistanê dikin.
Li rojhilatê bajarê Kerkûkê 3 hezar malbatên penaberên ji ber êrîşên DAIŞ’ê revîne û xwe spartine vir hene. Penaber dibêjin ku şert û mercên wan ên jiyanê pir zehmetin, pêdiviyên wan ên jiyanê nayêne bi cih anîn û daxwaza alîkariyê dikin. Her wiha xwendekarên penaber jî dixwazin ku ji bo wan dibistan bên çêkirin.
Yek ji penaberên kampê Ehmed Husên ku ji bo Rojnews axifî, wiha got: “Em li vê kampê dijîn. Ava vexwarinê û ceyran nîne. Pêdiviyên sereke yên xwarinê, wek ar, birinc, şekir û dûhin bi dest nakevin. Em dixwazin debara xwe bi xwe bikin. Lê ti ne pare û ne jî karekî em bikin heye.”
Husên got hejmarekî zêde ya penaberan ji ber perîşanî û xêzaniyê dest bi xwastinê kirine û wiha got: “Heya niha ti kesekî rewşa me ne pirsiye. Heya roja îro jî ti rayadarekî hikmû nehatiye rewşa me pirsyar nekiriye. Em ji berpirsên hikûmetê daxwaz dikin ku alîkariya me bikin. Heya niha ew yek milyon pareyê ji bo penaberan hatiye dayîn, ti negihaye destê me. Em dixwazin ku ji bo kar bên peydakirin.”
Yek ji jinên penaber Fatime ku dayika 7 zarokane û ji Pêcy ji ber terorîstên DAIŞ’ê reviyaye, got; “Li vir yek navenda tenduristiyê heye. Belê rojê 2 saetan tê vekirin.”
Penaberekî din ê binavê Ode Ewad wiha axifî: “Ji aliyê hikûmet ve ji bo her malbatekê tenê yek sobe, vîdonek gaz û 12 kîlogiram ar hatiye dayîn. Ne tenûr û ne jî gaza me heye. Ma em wê çewan bikarin nan çêkin.”
Zarokekî penaber ê binavê Îbrahîm Seîdûn ku xwendekarê refa 6 a seretayî ye, ji Rojnews re wiha got; “Ez pir keyfxweş bûm ku derbasî refa şeş bûm. Min timî xeyala xelaskirinê dikir. Lê min nedizanî wê tenê bibe xeyal. Çûna min a refa şeş bû xeyal. Ne dibistan heye ku heya têde xwendina xwe temam bikim.”
Li gor zanyariyên Rojnews 3 hezar penaberên Ereb li kampan hene û zêdetirê 5 hezar xwendekarên wan hene.