Li Kobaniyê pevçûnên dijwar didomin
A+
A-
KOBANÎ - ANHA – Hate ragihandin ku li derdora Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobaniyê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer û pevçûnên giran rû didin û hê jî berdewam in.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku şevê din li derdora Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobaniyê di navber şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû dan. Pevçûn heta niha jî berdewam in.
Nûçegihanan dane zanîn ku hemleya 18’ê kanûnê ya hêzên YPG’ê li eniya başûr daye destpêkirin, hêjî berdewam e. Şervanan devera dibistana Yermûk paqij kirin.
Li eniya rojhilat jî di navbera şervanan û çeteyan de pevçûn berdewam in.
(ekîp)
Bêjeyên Miftehî li,kobaniyê,pevçûnên,dijwar,didomin