1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobaniyê pêdivî bi doktor û dermanan heye
Li Kobaniyê pêdivî bi doktor û dermanan heye,li,kobaniyê,pêdivî,bi,doktor,û,dermanan,heye

Li Kobaniyê pêdivî bi doktor û dermanan heye

Li Kobaniyê pêdivî bi doktorên dildar û dermanan heye

A+ A-

Li Kobaniyê pêdivî bi doktorên dildar û dermanan heye

ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) -Saziyên Tenduristiyê yên Kobanê ku bûn hedefa bombeyên çeteyên DAIŞ’ê, doktor û personelên tenduristiyê yên Kobanê terk nekirin xizmetê didin bi hezaran sivîl û berxwedêran. Nexweşxaneya demborî hatiye avakirin hewcedariyên wan bi alavên tibî û personelên tenduristiyê hene.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 114’an de berdewam dike. Li Kobanê xizmeta tenduristiyê ji aliyê doktor û personelên ku warê xwe terk nekirine ve pêk tê. Li Kobanê hemû nexweşxane ji aliyê çeteyan ve hatine hilweşandin an jî dagirkirin. Li bajar doktorên dildar nexweşxaneyek demborî avakirin û dermankirina sivîlan û şervanên YPG û YPJ’ê dikin. Alavên tibî û derman jî ji nexweşxaneyên rastî êrîşê hatine hatine rizgarkirin. Li bajar ji ber pevçûnan birîndar zêdene û niha hewcedariya nexweşxaneya demborî bi derman, alav û doktoran heye.

Pêvîstî bi alavên tibî heye

Yek ji doktorên dildar ji roja ewil ya êrîşê de xizmetê dide gel Radyolog Dr. Mehmet Arîf Elîf da zanîn ku ji roja êrîşan destpêkiriye xizmetê didin gel û wiha got: “Nexweşxane bûn hedefa çeteyan.Piştre me ev navend avakirin û ev jî bûn hedef. Niha me navendek din jî ava kir û ev jî piştevaniyê hat avakirin. Em di bin şert û mercên zehmet de dijîn û kêmasiyên me zêdene.”

Berxwedêrê jî xizmetê didin

Elî da zanîn ku ligel êrîşên DAIŞ’ê bi hezaran sivîlên ku bajar terk nekirine hene û ji ber êrîşê bajar zirarek mezin dîtiye. Elî wiha berdewam kir: “Ji ber van jî pirsirêkên tenduristiyê zêde bûne û hewcedarî bi alavên tenduristiyê û personelan heye. Ligel hezaran sîvîlî, em xizmetê didin şervananan jî. Ji ber vê jî hewcedariyên me zêde dibin.”

Ji doktoran re bang

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistan ya Kobanê Menaf Kîtkanî ku bo bajar kampanyayên alîkariyê dimeşîne bang li doktorên Kobanê û hemû personelan kirin ku vegerin Kobanê û got: “Rewşa bajar li ber çavan bigirin. Hewcedarî bi doktorê dahiliye, ortopedî, cerahî û zarokan heye. Divê bên vir û xizmetê bidin gel.”

(bd/wk)