1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobaniyê sala nû ya perwerdê kurdewar e
Li Kobaniyê sala nû ya perwerdê kurdewar e,li,kobaniyê,sala,nû,ya,perwerdê,kurdewar,e

Li Kobaniyê sala nû ya perwerdê kurdewar e

A+ A-

DICLE MUSA

KOBANÊ – Li Kobaniyê, di çarçoveya ji nûve avakirinê de, sîstema perwerdeyê jî hate nûkirin. Di sala nû ya perwerdeyê de wê ji refa 1’an heta 6’an hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn û ji bo wê pirtûk û mamoste jî têne amadekirin.

Li Kantona Cizîrê di 15`ê Hizêrana 2015`an de kongreyeke perwerdehiyê li ser asta Rojava hat li darxistin û di kongreyê de ji her sê Kantonan delege amadebûn û li ser rewşa perwerdehiya sala 2015-2016 nîqaş hatin kririn û di encamê de li gorî rewşa her kantonekê hin biryarên li ser rewşa perwerdehiyê hatin girtin.

Ji wan biryarên ku di kongreyê de hatinî girtin jî ku li herêma Kobanê ji refa 1`ê heta refa 6`an hemû metiryalên perwerdehiyê yên bingehîn bi zimanê kurdî be û 1000 mamoste li kantona Kobanê ji bo perwerdeya sala nû amadebin.

Her wiha komîteyeke bi navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi armanca Sîstema perwerdeya civaka demokratîk a exlaq û polotîk a bi feraset û têgihiştina civakeke demoktarîk, ekolojîk û azadiya jinê avabike hatiye birêxistinkirin û avakirin. Ev komîte girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê ye û bi Desteya Perwerdehiyê re perwerdeya li herêmê heyî bi rêve bibe.

Di derbarê rewşa perwerdehiya sala nû li Kantona Kobanê Cîgira Desteya Perwedehiyê Rîhab Elî diyar kir ku zêdetir niha xebatên wan li ser amadekirina mamosteyane û wiha got: “îsal wê li herêma Kobanê ji refa 1`ê heta refa 6`an meteryalên bingehîn yê dersan bi zimanê kurdî be ji bo wê em mamosteyan li ser meteryalên perwerdehiyê yên nû hatine çapkirin amade dikin.”

Heta niha 7 dibistan ji bo sala nû ya perwedehiyê re hatine amadekirin û navê wan wiha ne; dibistana Şehîd Berfîn, Şehîd Osman, Mûştenur, Celaa, Şehîd Gulistan, Şehîd Perwîn û ya dawiyê jî dibistana Şerîa ya ku tê de dersên Olî dihatin dayîn lê niha vala ye û dê weke dibistana zarokên di asta seretayî de bê bi kar anîn.

Meteryalên ku wê îsal di dibistanan de weke ders bên dayîn evin; Bîrkarî (Matematîk), Zanistî, Zimanê kurdî, Jiyan û Hawirdor, Wênesazî û Muzîk, ev ders wê refa 3 de werin dayîn. Di refa 4`an de wê zimanê erebî jî weke madeyekê li ser meteryalan bê zêdekirin. Di refa 6`an de jî vê zimanê Fransî û Îngîlîzî li ser meteryalê ders zêde bibin. Ev sîstem tenê ji bo sala 2015-2016`an hatiye amadekirin, lê di demên pêş de wê hin guhertinên nû li gorî rewşê bêne çêkirin.

Niha du komîte hatine avakirin, yek ji bo ku serjimara şagirtanên herêma Kobanê bê zanîn, yek jî ji bo serjimara mamosteyan bê zanîn ku çiqas mamoste û şagirt li herêma Kobanê hene. Bi awayekî fermî dibistan li herêma Kobanê dê di 1`î Cotmeh de bêne vekirine. Her wiha li gundan jî wê dibistan li gorî rewşa heyî werin vekirin.

Pirtûkên ji refa yekemîn heta sêyemîn amadeye, lê ji ber refa çaran û heta şeşan jî beriya ku dibistan bi awayekî fermî werin vekirin wê werin amadekirin.

Ji bo Şagirtên ku di asta Navîn û Amadehiyê de rewşa perwerdehiyê

Li ser sîstema perwerdehiyê a ji şagirtên di asta Navîn û Amadehiyê de jî Elî ev agahî dan û got:` Ji bo şagirtên ku di asta navîn û amadehiyê de jî dê dibistan werin vekirin û li gorî metiryalên Rêjîmê werin perwerde kirin, ji ber ku hîna metiryalên nû ji bo wan nehatine amadekirin. Lê dê madeye (netewe) ji meteryalan bê rakirin û her wiha dê madeya Zimanê Kurdî bê dayîn û girîngî bidin zimanê Kurdî. Mamosteyên ku berê didibistanan de şagirt perwerde dikirin dê dîsa karê xwe berdewam bikin`.

Ji bo vê yekê li Kantona Kobanê Desteya Perwerdê, Yekîtiya Mamosteyan, Saziya Zimanê Kurdî SZK`ê, Peymangeha Amadekirina Mamosteyên Kurdî û Akademiya Viyan Amara a Lêkolîn û Perwedehiyê ji bo amadekirina mamosteyan di nava liv û tevgerê de ne. Di her Sazî û Akademiyê de dewreyên perwerdê ji bo mamosteyan hatine vekirin.

Li peyîmangeha amadekariyên perwerdeya mamosteyên Kurdî têne kirin

Peyîmangeha Amadekirina Mamosteyên Kurdî ku di 1`ê Hizêrana 2015`an de ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Desteya Perwerdehiyê ya herêma Kobanê bi armanca avakirina mamosteyên Zimanê dayîkê hat vekirin. Ji bo ku xwendekar bikaribin di peymangehê de bixwînin divê herî kêm 18 salî be an jî heya refê nehan dibistan xwendibe.

Di peyîmangehê de her sê astên ziman kurdî yên Hînker, Rêzimana kurdî, Wêje, Rastnivîs, Bîrkarî (Matematîk), Biyolojî, Zimanê Erebî, Înglîzî, Erdingarî û herî dawiyê jî li gorî ku rêveberên peyîmangehê gotin ku dê madeya Dîroka Kurdistan û Felsefe jî di demên pêş de werin zêdekirin.

Di vê peymangehê de beriya komkujiya 25’ê Hizîranê li Kobanê çêbibe 284 xwendekaran xwe li peymangehê qeyît kirinbûn û ders didîtin. Lê piştî komkujiya hejmara şagirtan ji ber rewşa herêmê dakete 250 kesan.

Di destpêka vekirina peymanêgehê de biryar hatibû girtin her dewrek peyîmangehê 2 salan berdewam bike, lê ji ber ku Kobanê di rewşeke awarte re derbas dibe û pêwistî bi mamostan heye, bernameya peymangehê li gorî 6 mehan hate amadekirin. Piştî 6 mehan her şagirtek yê peymangehê di ezmûnekî re derbas bibin.

Di qonaxa yekemîn de mamosteyên ku ji peyîmangehê derkevin li dibistanan dersan nadin, lê belê di qonaxa duyemîn de wê li dibistanên seretayî perwerdê bidin. Di peymangehê de girîngî pir didin ser avakirina kesayetên mamostayan ku çawa bi zarokan re bidin û bistînin û zarokan perwerde bikin.

Akademiya Viyan Amara a Lêkolîn û perwerdê

Akademiya Viyan Amara ku di 19`î Çileya 2012`an de hat avakirin, 5 emîn dewreya perwerdê di 5`ê hizêrana 2015`an hatiye vekirin û navê dewreyê li ser navê şehîd Perwîn hatiye bi nav kirin. Di akademiyê de perwerde dibin nêzî 50 kesî ye.

Di Akademiyê de destpêkê 15 rojan perwerde li ser waneyên îdeolojîk dibînin û piştre li ser kurahiya zimanê kurdî perwerde dibin. (waneyên Rêziman, Xweş xwendin û nivîsandin û dariştin). Di dawiyê de jî 10 rojan li ser meteryalên ku hatine amadekirin perwerdê dibînin di akademiyê de jî girîngî didin ser avakirina kesayetên mamostan.

Şagirtên ku asta 2 yemîn xwendibin dikarin ku cihê xwe di dewreya perwerdê de bigre û di demên pêş de di hindirê dibistanan de zarokan perwerde bikin.

Saziya Zimanê Kurdî SZK`ê

Saziya Zimanê Kurdî ji destpêka rizgarkirina Kantona Kobanê ve û heta roja îro bi awayekî aktîv di nava liv û tevgerê de rojane bi dehan xwendekar perwerde dibin. Mamosteyên ku di îro di peymangeh û Akademiyê de cih digirin bingeha xwe ji saziya ziman girtine.

Di Saziya Ziman de niha ji bo sala nû ya perwerdê nêzî 16 komên asta yekemîn, 4 komên jî asta duyemîn û komek jî asta sêyemîn tê dayîne. Her wiha li gundan jî ji bo sala nû amadekarî tên kirin û li xeta rojhilat Kobanê jî li 10 gundan dibistan hatine vekirin, li aliyê rojavayî Kobanê jî li gundê Mişlo û Qorê 3`ê kom tên perwerde kirine yek asta 2 yemîn û 2 jî asta yekemîn e. Ev her sê kom jî ji bo ku di demên pêş de li dibistanan zarokan fêr bikin tên perwerde kirin. Li gundên başûrê herêmê jî li gundê Tevşo û Til Xezalê dibistan hatine vekirin û tê de mamoste tên amadekirine.

Yekîtiya Mamosteyan li herêma Kobanê

Yekîtiya Mamosteyan a herêma Kobanê di nava 3`ê salên derbasî bûyî de mamosteyê ku bi zimanê erebî perwerde didin, wan bi rêxistin dikirin û li dibistanan dihat belav kirin. Çavdêriya wan dike û pirsgirêkên ku derdikeve çareser dikirin.

Îsal Yekîtiya Mamosteyan a herêma Kobanê bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî û di bin siya Desteya Perwerdehiyê de ji mamosteyên ku berê di dibistanan de waneyên di zimanê erebî didan ji wan re dewreyek perwerdê bi navê şehîd Viyan a pêşxistin û avakirina mamosteyan di meha Hizêranê de vekirin.

Ji ber ku hemû meteryalên seretayî bi zimanê kurdî ye pêdivî bi perwerdekirina mamosteyên ku bi zimanê erebî xwendîn didan hat dîtin, niha li ser xwendin û nivîsandinê mamoste tên perwerdekirin.

Di 10 rojan dawî yên perwerdê jî wê li ser meteryalên ku li dibistanan ders werin dayîn ji aliyê hin mamosteyên pispor bên dayîn e.

Bi giştî xwendekar û mamosteyên ku ji sala nû ya perwerdehiyê re têne amadekirine tenê li navenda herêma Kobanê û ji derveyî xwendekarên ku di Saziya Zimanê kurdî de dixwînin heta niha hejmara wan zêdetirî 600 mamoste amadene.

Ji % zêdetirî 80 ji mamosteyên ku têne amadekirin mamosteyên jin in

Di nava mamosteyên ku li ser meteryalên sala nû têne perwerdekirin û amadekirine ji % zêdetirî 80 mamosteyên jin in.

(ra)

ANHA