Li Kobanê 3 baragehên DAIŞ'ê hatin rûxandin
KOBANÊ (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Zormixar ê rojavayê herêma Kobanê kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên YPG’ê hat, di encama pevçûna de gelek çete hatin kuştin û 3 bargehên wan ên li gundê Xerab Eto jî hatin rûxandin.
Demeke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî li Kobanê dikin. Duh çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundê Zormixar ê rojavayê herêma Kobanê kirin, êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên YPG’ê hat.
Li gorî çavkaniyên herêmî şevê din 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û çeteyekî din jî birîndar bû. Li aliyekî din Navenda Çapemeniya YPG’ê li ser malpera xwe nûçeyek weşand û diyar kir ku wan 30 çete kuştine, tangeke û tirimpêleke leşkerî jî bi kesên tê de rûxandine.
Li gorî çavkaniyan di pevçûnên şêvên din de şervanên YPG'ê 3 bargehên çetayan ên li gundê Xerab Eto bi temamî bi kesên têde rûxandine.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û tangan êrîşî gundê Zormixar berdewam dike û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de hê jî berdewam e.
(bd)