Li Kobanê 4 endamên çeteya DAIŞ'ê hatin kuştin
KOBANÊ (DÎHA) - Şevê din li Kobanê endamên çeteyên DAIŞ'ê xwastin bi ser çeperên YPG'ê de bigirin û piştî bersiva xurt ya şervanên YPG'ê, 4 endamên çeteya xwînxwar DAIŞ'ê hatin kuştin. Hate ragihandin ku gelek endamên çeteyê jî hatine birîndarkirin.
Li gel ku YPG'ê bi boneya cejna remezanê li Kobanê agirbest îlan kiribû jî, çeteyên DAIŞ'ê di roja cejna pîroz de jî hewldanên xwe yên herikandina xwîna misilmanan berne da û li hemberî Kobanê dest bi êrîşê kir. Şevêdin, endemên çeteyên DAIŞ'ê ku li gundê Ahamediyê ya ku 35 kîlometre dûrê Kantona Kobanê ye bicih bûne, xwestin bi ser çeperên YPG û YPJ'ê de bigirin. Çeteyên ku ev der ji xwe re kirine barageha şer, rastî bersiva tund ya şervanên YPG Û YPJ'ê hatin.
Hate ragahandin ku piştî hêzên paraztinê tevgera çeteyan dîtin, mudaxale li wan kirin û di encama şer de 4 endamên çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku çete êrîşên top û hawanên yên li hemberî eniyên Rojava û Rojhilatê Kantonê didomin.
(hş/lg)