Li Kobanê banga 'korîdora mirovahiyê'
MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/ÇAGDAŞ KAPLAN
KOBANÊ (DÎHA) - Bi hezaran Kobaniyên li gel êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bajarê xwe neterikandine, bi piştevanî û rêxistinbûyînê pêwîstiyên xwe tedarik dikin. Alîkariya ku gel li gorî derfetên xwe dişîne Kobanê ji aliyê Komîteya Alîkariyê ve bi awayeke rêk û pêk rojane ji sivîlan re tê belavkirin. Xebatkarên Komîteya Alîkariyê diyar kirin ku alîkariyên dawî hatin belav kirin û ji ber şertên zivistanê hewcehî zêdebûne û divê demildest korîdora mirovahiyê bê vekirin.
Berxwedanad îrokî ya hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 110'an de ye. Di çarçoveya operasyona paqijkirinê ya şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyan dane destpêkirin de, kolan bi kolan Kobanê tê rizgarkirin. Bi hezaran sivîlên bajarê xwe neterikandine jî, jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Her çend rastî êrîşa çeteyan a bi topên hawanê û çekên giran tên jî, bi hezaran Kobaniyan şervanên YPG/YPJ ên ji bo wan şer dikin û bajarê xwe neterikandin. Kobaniyî bi saya piştevanî û rêxistinbûyînê pirsgirêkên xwe çareser dikin û pêwîstiyên xwe peyda dikin.
Hewcehiyên sivîlan bi rêxistinbûna sivîlan tên dîtin
Komîteya Alîkariyê ya li bajar ku sivîlên li bajêr bi xwe ava kirine, alîkariyên gel bi derfetên xwe şandine û dişînin, rojane di çarçoveya pêwîstiyan de li sivîlan belav dike. Endamên Komîteya Alîkariyê ya ji 21 kesan ku 9 jê sivîl in, her sibe diçin depoya alîkarî lê tê komkirin, di çarçoveya pêwîstiyên ku berê hatiye tespîtkirin alîkariyê dikin paket û ji bo li welatiyan belav bikin, dikevin ser rê. Di nava alîkariyên ji sivîlan re tên belavkirin de ji kevnikê girêdana zarokan heta kincên ji bo zivistanê, fêkî, miqarne û pêwîstiyên ên bingehîn hene. Dildarên Komîteya Alîkariyê di nava rewşa şer de wezîfeyeke jiyanî girtine ser milê xwe.
'Gelê bakur li cem me cih girt'
Ji dildarên Komîteya Alîkariyê Ahmet Miso diyar kir ku xebatên wan beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya meha îlonê destpê kirin. Miso da zanîn ku dema DAIŞ'ê êrîşî Reqqa, Minbic û Cerablûsê kir, beşeke mezin a kurdên li van bajaran dijîn hatin Kobanê. Misto anî ziman ku tevî nifûsa Kobanê zêde bû jî, bi alîkariya gelên bakurê Kurdistanê wan hewilda ku bersivê bidin pêwîstiyên wan. Miso ragihand ku gelê Bakurê Kurdistanê ev sal û nîveke alîkariyê dişîne, bi vê yekê re bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayîn û anî ziman ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên meha Îlonê astengî li pêşiya hatina alîkariyê derket û ambargo ket meriyetê.
Ji saziyên navneteweyî re banga alîkariyê
Miso balkişand ser xemsariya saziyên alîkariyê yên navneteweyî û destnîşan kir ku hînê bi hezaran mirovên sivîl li Kobanê di nava şert û mercên nebaş de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Miso bi bîr xist ku ew niha alîkariyên dawî yên di destê xwe de belav dikin, lewma vekirina korîdoreke însanî pêwîstiyeke jiyanî ye û wiha got: "Em bang li tevahiya saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin ku alîkariyê bişînin ji gelê Kobanê re."
(bd/wk)