Li Kobanê berxwedan li Enqereyê provokasyon didomin
Li Kobanê berxwedana YPG/YPJ'ê û li Enqereyê provakasyonên Serokkomarê Tirk Erdogan didomin
ANF - PIRSÛS Li Kobanê ya rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê tê, bi pêşengiya gerîlayên YPG/YPJ'ê berxwedan dewam dike. Li Enqereyê jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan provokasyonên xwe didomîne. Erdogan PYD weke "rêxistina terorê" ragihand û diyar kir ku wan daxwazên li ser mijara korîdora ewlekariyê red kirine.
Li Kobanê ya zêdeyî meheke li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide, pevçûn bi dijwarî dewam dike. Çeteyên DAŞ'ê bi taybetî bi hawan û rokêtan êrîşî herêma eniya rojhilat a deriyê sînor lê ye, dikin. Çeteyan duh jî bombeyên giran li herêmê barandin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku hejmareke zêde hawan avêtin herêma deriyê sînor ê Murşîtpinarê, tevî ku herî kêm 10 guleyên hawanê li ser xetê ket jî balkêş e leşkerên Tirk bersiv nedan. Li eniyên rojhilat û başûrrojhilat jî, di navbera gerîlayên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de cih bi cih pevçûn rû didin. Der barê encamên van pevçûnan de tê payîn ku YPG îro daxuyaniyekê bide.
Êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê jî duh dewam kir. Her çend hejmara êrîşan kêm bû jî, hat ragihandin ku danê sibê li hemberî kozikên DAIŞ'ê hin rêze êrîş hatine kirin. Balafiran bi taybetî danê êvarê li çeperên çeteyan ên li rojhilat û başûrrojilat xistin.
Hat diyarkirin ku danê sibê saet di 3'an de jî êrîşeke hewayî hatiye kirin. Der barê encamên êrîşên hewayî de agahiyek nehat bidestxistin.
ERDOGAN PROVOKASYONÊN XWE DEWAM DIKE
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li Dîlokê provokasyona "DAIŞ û PKK weke hev in" kir û bû sedem ku li bajarên Kurdan xwepêşandanên mezin rû bidin, li asta herî jor provokasyonên xwe dewam dike.
Erdogan ê di vegera ji Afganîstanê de li balafirgeha Stenbolê daxuyaniyek da, PYD weke rêxistina terorîst pênase kir û got, "Di rojên dawî de hin tişt li holê digere. Çi ye ew? Dayîna alîkariya çekan ji bo PYD û bi desteka çekan a ji bo PYD'ê re, li vir avakirina eniyek li dijî DAIŞ'ê. Başe lê niha PYD ji bo me mîna PKK'ê ye, ew jî rêxistineke terorê ye. Gelekî şaş e ku bê hêvîkirin em ji daxwaza vekirî ya Amerîka ku di NATO'yê de em bi hev re ne ya ji bo rêxistineke terorê bêjin 'erê'. Hêviyeke bi vî rengî ya ji me, ne pêkane. Ji tiştekî bi vî rengî re em ê nebêjin 'erê.'"
Erdogan diyar kir ku di mijara Încîrlîkê de ti destekek ji DYA re nehatiye dayîn.
Erdogan da xuyakirin ku ew hestyariya di mijara Kobanê de li qada navneteweyî û Kurdistanê derketiye holê jî manîdar dibînin û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke muzakerevanê sereke nehatiye qebûlkirin.
Erdogan der barê mijara başkirina mercên ragirtina Ocalan de got, "Her hal em ê rabin vîlayeke taybet jê re peyda nekin."