Li Kobanê bîlançoya şevê: 29 çete hatin kuştin
KOBANÊ – Di şer û pevçûnên ku şevêdin li 3 eniyên Kobanê derketin de, 29 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hate desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji eniyên şer ragihandine, şevêdin li rojhilatê bajar li Kaniya Kurdan û xeta sînor di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rûdan. Di şerê ku heta derengiya şevê dom kir de 10 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr çeteyan şevêdin hewl dan ku li Cadeya 48’an bi tirimpêlek bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên YPG’ê bersiv da û beriya ku tirimpêl bigihîje armanca xwe hate teqandin. Derbarê encamên şerê li herêmê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li başûrê bajar jî şevêdin li taxa Botan Şerqî şer û pevçûn dijwar bûn û di encamê 10 çete hatin kuştin.
Dîsa li eniya başûr şevêdin heta derengiya şevê şer dom kir. Di encama şer de 7 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hate desteserkirin.
Hêzên YPG’ê li eniya rojava li ser riya gundê Memît li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Nûçegihanan ragihandin ku çeteyên ku derbeyên giran xwarine, car caran topên hawanê di avêjin bajar.
(ekip/aq)