Li Kobanê duh 60 çete hatin kuştin
KOBANÊ Di şer û pevçûnên duh bi şev ên li sê eniyên Kobanê de 60 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 3 tankên çeteyan jî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê ji hersê aliyan ve bi dijwarî didomin.
Şevê din şervanên YPG/YPJ'ê baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Bexdîkê yê li rojhilatê herêmê hedef girtin. Di çalakiyê de zêdetirî 60 çete hatin kuştin, 2 tank hatin rûxandin û tangek jî hat bêbandorkirin. Şer û pevçûn li gundên Bixêdîk û Celebiyê yê li rojhilatê herêmê didomin.
Şervanên YPG'ê li gundên Dugirman, Boraz û Derbazanê yê li rojavayê herêmê tankek, 2 wesayîtên doçka li ser ên çeteyan rûxandin û gelek çete kuştin.
Gundê Derbazan, Eylçax û Girê Zagros ên li rojava ji aliyê çeteyan ve rastî topbaranê tên. Hat gotin ku çeteyan li rojava Çemê Firatê li beramberî gundên Dugirman û Borazê tankeke xwe bicih kirine û ev gundan topbaran kirine.
Gundê Qumçî yê li başûrê herêmê rastî topbaranê hat û li gund şer û pevçûnên dijwar rû dan.
Ji ber topbarana zêde ya li dijî van gundan, şêniyên herêmê û bi taybet jin û zarok berê xwe didin bajarê Kobanê û hin jî berê xwe dan sînorê Tirkiyeyê.