Li Kobanê pevçûn bi dijwarî dewam dikin
KOBANÊ 03.07.2014 12:36:48 Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji roja Çarşemê û vir ve pevçûnên herî dijwar ên mehên dawî tên jiyîn. DAIŞ a ku bi pêkanînên xwe yên hovane tê naskirin, ji Iraqê çekên giran derbasî herêmê dike. Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam dikin.
Hate zanîn ku şer û pevçûnên li derdora gundê Zor Mexar ê 35 km rojavayê herêma Kobanê di asta herî dijwar de dewam dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên duh danê sibê saet di 11.00'an êrîşî gundê Zor Mexar yê rojavayê herêma Kobanê kirine û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin. Çeteyan li Zor Mexarê gelek windahî dan û herî kêm 30 çete hatin kuştin, du wesayît û tankeke hate rûxandin. Li gorî agahiyan îro danê sibê jî 3 baragehên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Xerab Eto ku têde bicih bubûn, hatin rûxandin.
Çavkaniyên ji Kobanê diyar kirin ku şer û pevçûn heta niha bi dijwarî bê navbera dewam dikin, her wiha çete bi çekên giran êrîş dikin.
JI IRAQÊ HÊZ Û ÇEKAN TÎNIN
Hat hînbûn ku komên DAIŞ'ê çekên giran ên di şer de bikar tînin, ji Iraqê dibin tînin Sûriyeyê. DAIŞ'ê ji 9'ê Hezîranê û pê ve herêmeke berfireh a Iraqê bêyî şer bike xist bin kontrola xwe. Du jê sê deriyên sînor ên Iraq û Sûriyeyê di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Deriyê Rabîa-Til Koçer jî di bin kontrola YPG û pêşmergeyan de ye. Komên DAIŞ'ê, ji ber ku artêşa Iraqê reviya, dest danîn ser gelek çekên giran û alavên leşkerî.
Li hemberî herêma Kobanê, di meha Adarê de pêleke giran a êrîşê destpê kiribû. Di pevçûnên hefteya destpêkê ya meha Gulanê de komên DAIŞ'ê windahiyên giran dabûn û êrîşên wan têk çûbûn. Di 1'ê Gulanê de, yên biyanî jî di nav de herî kêm 28 endamên DAIŞ'ê ji aliyê hêzên YPG'ê ve di dema êrîşa li dijî gundên Kobanê de hatibûn kuştin.