1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobanê pevçûn didome: 100 çete hatin kuştin
Li Kobanê pevçûn didome: 100 çete hatin kuştin,li,kobanê,pevçûn,didome,100,çete,hatin,kuştin

Li Kobanê pevçûn didome: 100 çete hatin kuştin

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Pevçûnên di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de ku beriya 2 rojan li gundê Zor Mixar ê rojavayî Kobanê dest pê kiribûn, hê jî bi giraniya xwe didomin. Hate diyarkirin ku serê sibê 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Bi vê re hijmara kuştiyên DAIŞ'ê dighêje 100 çeteyî. Fermandarê YPG'ê Mehmud Berxwedan jî diyar kir ku berxwedana wan a li hemberî çeteyan didome û bang li hemû ciwanan kir ku tevlî YPG'ê bibin.

Di 2'ê tîrmehê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) bi tank, top û çekên giran êrîşî gundê Zor Mixar ê 35 km rojavayî herêma Kobanê kirin û ji wê demê ve û heta niha jî di navbera wan û şervanên YPG'ê pevçûn di asta herî giran û dijwar de bê navbera dewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên DAIŞ'ê di nava 2 rojan de 3 hezar hawan avêtin herêmê.

Çavkaniyeke YPG'ê diyar kir ku pevçûnên li gundê Zor Mixarê hê jî bi giraniya xwe didomin û got: "Di pevçûnên îro yên di seatên sibê de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin" û bal kişand ser cenazeyên kuştiyên DAIŞ'ê yên ku hê jî li qada pevçûnan in.

Endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel Mehmûd Berxwedan duh di peywendiyeke telefonê de ya bi Radyoya KOBANÊ FM re gotibû ku di pevçûnên li gundê Zor Mixarê rû dane de, hejmara kuştiyên DAIŞ'ê 85 derbas kirine, her wiha 2 tankên çeteyan hatin ruxandin. Bi vê yekê re hijmara kuştiyên DAIŞ'ê îro gihişt 100 çeteyî.

Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê hemû cûreyên çekên giran di êrîşan de bikar tînin û tê gotin ku DAIŞ ya ku li Iraqê gelek herêm û dever tevî deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re xistine dest xwe, ji Îraqê çekên giran derbas dike û pê êrîşî herêma Kobanê dike.

(bd)