Li Kobanê tevahiya şevê şerên dijwar qewimîn
ANHA - KOBANÊ– Li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê li rojhilat, rojava, başûr û başûrê-rojhilatê bajar ji 8 noqteyan êrîş pêk anîn. Li hemû eniyan jî hêzên YPG’ê bersiv dan û şerên dijwar heta serê sibehê dom kirin. Di encama pevçûnên ku êrîş hatin şikandin de gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê şevêdin li rojhilat, rojava û başûrê bajar ji 8 noqteyan êrîş pêk anîn.
Li rojhilat çeteyan ji aliyê xeta sînor û aliyê şaredariyê êrîş kirin. Li herdu aliyan jî hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin.
Li başûrê-rojhilatê bajar jî çeteyan şevêdin êrîş pêk anîn. Li vê herêmê jî YPG’ê bersiv da û pevçûn derketin.
Çeteyan li başûrê bajar jî ji 3 noqteyan êrîş kirin. YPG’ê li vir jî bersivên tund dan û pevçûnên giran derketin.
Li aliyê rojavayê Kobanê jî çeteyan ji 2 noqteyan êrîş kirin. Di encama bersivdayîn hêzên YPG’ê de li vir jî şerên dijwar qewimîn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanan bidest xistine, li herçar aliyan jî şer û pevçûn heta saetên serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Di encama pevçûnên ku êrîşên çeteyan hatin şikandin de, gelek çete hatin kuştin û cebilxane hate bidestxistin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
(ekip/aq)