Li Kobanê şer dijwar dibe; tangek hat rûxandin
A+
A-
KOBANÊ (DÎHA)– Li eniyên başûr, rojhilat û rojava yên Kantona Kobanê pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn dijwar dibe. Di pevçûnan de tangeke çeteyan hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li gundên Alpelur û Seftikê yên dikevin eniya rojavayê Kobanê û li gundê Helincê û derdora çiyayê Miştenûr ên li rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di van saetan de jî bi dijwarî didome. Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin di van pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di pevçûnên li gundê Helincê de jî tangek çeteyên DAIŞ'ê hate rûxandin.
(ça)
Bêjeyên Miftehî li,kobanê,şer,dijwar,dibe,tangek,hat,rûxandin