Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar
KOBANÊ ANF Li eniyên başûr,rojava û rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên giran didomin. Di encama şer û pevçûnan de 10 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê girtin, şer û pevçûnên ku şevê din de li rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin berdewam dikin. Dema çeteyan xwest êrîş bikin rastî bersiva YPG’ê hatin. Di encamê de 10 çeteyên DAIŞ’ê kuştin û gelek çete birindar bûn.
Li başûrê herêma Kobanê şer û pevçûn ji şevê din ve berdewam dikin. Îro piştî nîvro seatên 14.30 heya 16.00 şerên dijwar rû dane. Di encam de bi dehan çete hatin kuştin. Ji bo ku çete kuştiyên xwe ji herêmê derxin çekên giran êrîşî herêmê dikin. Şer û pevçûn berdewamin.
Girê Dolê yê ku dikeve rojava herêma Kobanê encama çalakiya şervanên YPG’ê ya şevê din de ketibû destê YPG’ê. Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Girê Dolê dikin dixwazin carek din bigrin. Lê rastî bersivdayina şervanên YPG’ê tên. Şer û pevçûn berdewam dikin.