1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li kolana Fransiz berxwedana kurd!
Li kolana Fransiz berxwedana kurd!,li,kolana,fransiz,berxwedana,kurd

Li kolana Fransiz berxwedana kurd!

Karkerên kurd ên di restorand û kafeyên li Kolana Fransiz a bi nav û deng a li Beyogluyê de dixebitin dest bi çalakiya greva birçîbûnê.

A+ A-

Çalakvanan der heqê çalakiya ji aliyê 40 kesan ve hate destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku li hemberî bêdengî û bêwijdaniya raya giştî wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Karkerên kurd ên di kafe û restorantên li Kolana Fransiz a ku piştî Lîseya Galatasarayê ya Beyogluyê dimene de dixebitin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Karkeran, anî ziman ku 2 meh bi ser çalakiya greva birçîbûnê de derbas bûn û wisa bêdengmayînê qebûlankin. Karkaran, dan zanîn daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê daxwazên wan in. Karkeran, destnîşan kir ku her tim çalakiya di 12'ê îlonê de dest pê kir di aqilê wan de bû û rojên borî hatin cem hev û biryarekî wisa girtin. Karkeran, diyar kir ku ji ber tempoya xebatê gelek diwestin lê wijdana wan vê yekê jî qebûl nakin.

'Divê li her qadê çalakiyên greva birçîbûnê dest pê bikin'

Ji karkerên di çalakiya grevê de Adem Bozbayir ê ku ji Agiriyê demekê di girtîgehê de ma. Bozbayir, diyar kir ku ji roja çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir heta niha her tim nerihetiye dijî û wiha got: "Em li ku derê bin bila bibin em dê têkoşîna vî gelî bidomînin û dest jê bernadin." Bozbayir, anî ziman ku ligel rojekin di çalakiya greva birçîbûnê de ne û di ferqa çalakiyekî çiqaz zor e dizanin û wiha axivî: "Hemû kesên di çalakiyê de birayên min in. Ji bo serkeftinê divê kurd li her qadê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin."

'Tu kes vala bendê xwe ji mirinê re nadanî holê'

Karkerê bi navê Harun Ecel jî diyar kir ku ji ber tarzê jiyana kurdan û çanda kurdan cuda ye zext û zordariyên dewletê heq nake. Ecel, anî ziman ku dibe çalakiya wan sembolîk be û dema derve berê xwe didinê dibe ku gelek girîng nebe lê çalakiya wan diyarkirina vînekê ye. Ecel, da zanîn ku dibe vîna wan qasî girtiyên li girtîgehan bi hêz nebe û wiha got: "Heke mirovek 57 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de bimîne wê demê baweriya wî ya bihêz û bi vîn heye. Ev yekê mafdarî, girêdanî û wêrekiya wî mirovî nîşan dide. Tu kes vala canê xwe ji mirinê re nadanî holê. Tu kes jî ji bo tiştekî din 57 rojan birçî namîne. Heval bi vê çalakiyê ruyê dewletê yê rast nîşan didin. Em ji ji ber geşedanan nerehet in. Ev nerehetî hate daxwaz tên qebûlkirin jî dê bidome."

DİHA