Li konbajaran eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiya kurdî didin
RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û koçberî Pirsûsê bûnin di bin şert û mercên giran de di konbajaran de jiyana xwe didomînin. Ligel van zahmetiyan zarok ji bo fêrbûna zimanê xwe û ji bo zimanê xwe yê kurdî pêş bixin di konan de perwerdehiyê dibînin. Rêveberê perwerdehiyê û mamoste Saîd Ebdo diyar kir ku perwerdehiya wan bi awayekî bi pergal tên meşandin û bi eleqeyek mezin her diçe xwendekarên wan jî pir dibin û wiha got: "Ji ber wê yekê pêdiviyên me derdikevin holê. Divê kêmasiyên wek çente, lênûsk û pênûsan bên dîtin."
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Pirsûs a Rihayê bûne di bin şert û mercên giran de di konbajaran de jiyana xwe didomînin. Her wiha ligel van zahmetiyan zarok ji bo fêrbûna zimanê xwe û ji bo zimanê xwe yê kurdî pêş bixin di konan de perwerdehiyê dibînin. Zarokên di konbajarên Arîn Mîrxan de dimînin her roj bi pêşengiya momosteyên ji Kobanê zimanê xwe hîn dibin. Rêveberê perwerdê û mamoste Saîd Ebdo diyar ki ku perwerdehiya wan bi awayekî bi pergal tên meşandin û bi eleqeyek mezin her ku diçe xwendekarên wan jî pir dibin.
'Ji bo zarokan pêdiviyên me ji çente, lênûsk û pênûsa heye'
Ebdo destnîşan kir ku perwerdeya zimanê kurdî li 5 konbajaran dibistan hatinin vekirin û waneyên kurdî tên dayin û wiha got: "Me çawa piştî şoreşa Rojava pergalek rûniştandin danî bûn, me li vê derê jî da rûniştandin. Pênc konbajarên me yên Arîn Mîrxan, Rojava, Kobanê, Sûphî Necat Agirnasli û Kader Ortakaya hene û di van polan de 42 kes perwerdehiyê dibînin. Her roj sibê û nîvro du danan perwerdehiyê tên dayîn. Sistem û pergala wan wek hev e. Eleqeyek mezin heye. Em dewleta Tirkiyeyê ji şermezar dikin. Ger hûn dibên em li wan xwedîderdikevin perwerdeya zimanê wan jî rê wan bidin. Heta niha tu kesî jî bi xwesteka zimanê turkî an jî yên erebî ne hatin cem me. Lê belê hinek kêmasiyê me hene. Ji bo zarokan pêdiviyên me ji çente, lênûsk û pênûska heye. Ji ber wî hawî em carna dikevin tengasiyê. Ev pirsgirêka hal biba dê zarok jî kêf xweş bibin."
'Êdî kes nikare zilmê li kurdan û zimane wan bikin'
Mamosteya bi navê Nesrî Abdulkadîr jî da zanîn ku zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e û berî her tiştî zimanê zikmakî têbe. Abdulkadîr destnîşan kir ku zarok bi coşekê mezin tevlî wane ya dibin û zimanê xwe baş hîn dibin. Abdûlkadîr bi lêv kir ku tenê ne zarok dayik û bav jî serî li dibistanê didin û dixwezin ew jî perwerdeya zimanê xwe bibînin û fêr bibin. Abdulkadîr helwesta dewleta Tirkiyeyê li hemberî zimanê kurdi şermezar kir û wiha axivî: "Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe bi axivin û fêr bibin. Heta niha gelê kurd dibin desthilatdaran de ma bûn. Gelek êş kişandin. Êdî kes nikare zilmê li kurdan û zimane wan bikin. Bi şoreşa Rojava jî Rojhilata Navîn jî dê azad û serkeftî bibe."
'Em dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî'
Xwendekaran jî anîn ziman ku hînbûna zimanê kurdî berî herî tiştî têbe û ji bo demildest ferî zimanê xwe bibin têdikoşin û ji bo bibin mamosteyên zimanê kurdî hewldidin.
(kom/wk)