1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li konbajarên Pirsûsê xebatên seferberiyê
Li konbajarên Pirsûsê xebatên seferberiyê,li,konbajarên,pirsûsê,xebatên,seferberiyê

Li konbajarên Pirsûsê xebatên seferberiyê

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Xebatkarên dildar ên endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajarên li Pirsûsê yek bi yek digerin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên Kobanê re eleqedar dibin. Xebatkara tenduristiyê ya dildar Denîz Aslan diyar kir di nava vê hefteyê de 20 kes bi awayek dildar ji Mêrdînê hatine û ji bo penaberên Kobanê bi şev û roj dixebitin.

Endamên SES, TTB û endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajaran yek bi yek digerin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn re eleqedar dibin. Komên dildar konbajarên Rojava, Kobanê, Suphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya, Arîn Mîrkan û Şehîd Gelhat bi awayeke rêk û pêk digerin û li cihên ji bo tenduristiyê avakirine xizmeta tenduristiyê didin penaberan. Xebatkara tenduristiyê ya dildar Denîz Aslan diyar kir di nava vê hefteyê de 20 kes bi awayek dildar ji Mêrdînê hatine û ji bo penaberên Kobanê bi şev û roj dixebitin.

'Pêwîstî bi bijîşk û xebatkarên dildar hene'

Aslan da zanîn ku bi hevkariya xebatkarên tenduristiyê yên bi navê 'Amatorên Tîmarker' dixebitin û li her tax û konbajarekî berpirsyarêkî wan heye. Aslan destnîşan kir ku ligel hemû zext û zordariyan xebatên xwe didomîne û wiha got: "Em li ser navê KCD'ê dixebitin. Li her kolanekê hevalek me yê jin hene. Ev heval hemû jî ji Kobanê ye. Heta bi hemû hêza xwe em ê alîkariyê bidin welatiyê xwe yê Kobanê. Pêwîstî bi bijîşk, xebatkarên dildar û dermanan heye. Kobanê rizgar bûye, veger jî dewam dike, lê bi hezaran kes hene, divê em wan tenê bernedin. Em ê her tim bi wan re bin. Eger pêwîst bike jî em ê biçin Kobanê."

'Çima dewlet cudahiyê dixe nava penaberan'

Aslan bûyera hefteyek berê li konbajarê Sehîd Gelhat rûda welatiya bi navê Fatma Mihemed (22) ducaniya 6 mehî bû di konbajarî de dimîne bang li Beşa Lezgînî 112'an kir lê beşa lezgînî neçû hawara Mihemed û wiha got: "Ji ber ku ambûlans ne hat me bi derfetên xwe rakir nexweşxanê. Heya em gihiştin nexweşxanê bebika wê jiyana xwe ji dest da. Em helwesta rayedaran û dewletê şermezar dikin."

(kom/oî/wk)