Li Kurdistanê derabe nehatin vekirin
Li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Amed, Wan, Colemêrg, Êlih, Şirnex û gelek bajar û navçan ji bo şermezarkirina 13'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derabeyên dikanan nehatin vekirin, kontaxên wesayîtan hatin girtin û welatî ji malên xwe derneketin.
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê ku di demjimêrên pêşiya me de meşeke girseyî dê bê lidarxistin, derabeyên dikanan nehatin vekirin. Li bajarê ku qontaxên wesayîtan jî hatin girtin bêdengiyeke mezin serwext e. Ji niha de bi hezaran kes ber bi avahiya BDP'a bajêr ve diherikin.
Li navçên Şemzînan û Çelêya Colemêrgê jî derabeyên dikanan nehatin vekriin. Li navçeya ku ji derveyî firin û eczane nehatin vekirin polîsan ketin û derketina navçê girtin.
GEVER
Li Geverê jî ku dikandaran dikanên xwe venekirin û xwendevan neçûn dibistanê jiyan rawestiya. Li navçeya ku polîs û leşkeran navçe dorpêç kir di demjimêrên pêş de însiyatîfa dayîkên aştiyê dê bi girseyî daxuyanî bide çapemeniyê.
MÛŞ
Li Muş, navçên wê Gimgim, Melezgir û Kopê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û welatiyan cilên reş li xwe kirin. Li ser sê navçan jî di demjimêr 12:00'an de ew ê daxuyaniyên girseyî bên dayîn.
AGIRÎ
Dikanên navçên Diyadîn û Bazida Agiriyê jî nehatin vekriin. Polîsan jî ji niha de bi wesayîtên zirxî barîqat danîn.
ÎDIR
Li semtên Îdirê yên kurd lê dijîn jî dikandaran bi temamî dikanên xwe venekirin û qontaxên wesayîtan girtin.
WAN
Li Wanê jî seranserî bajar dikan nehatin vekirin û bêdengî serwexte. Polîsan jî ji niha de avahiya AKP'a bajêr û saziyên din ên deweltê xistin bin parastina xwe. Li navça Elbakê jî temamiya dikanên navçê nehatin vekirin. Dikandarên Erdîş û bajaroka Sixkê jî bi heman armancê derabeyên dikanan nehatin vekirin.
EDENE
Li 20 taxên Edene navçên wê Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Balkêş bu ku di taxên kolan bêdeng in welatî ji malên xwe derneketin.
MÊRSÎN
Li taxên Çey, Çîlek, Şevket Sumer, Yenî Hala Mêrsîn û gelek taxên din îro derabe nehatin vekirin.
KONYA
Rêxistina BDP'a Konyayê şevê din li avahiya BDP'ê çalakiya rûniştinê lidar xist. Serokê BDP'a Konyayê Necatî Înîk, Seroka BDP'a Konyayê yê berê Aynur Cengîz û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakî îşev dê bidawî bibe. ji hêla din ve jî xwendevanên ku li zanîngeha Selçukê dixwînin jî ji bo 15'ê Sibatê şermezar bikin îro neçûn dibistanê û dibistan boykot kirin.
ANF NEWS AGENCY