Li Kurdistanê lingê Gladioya Kesk: Fethûllah Gulen
Reşîd Dîlan-Nêrgiz Botan 24.12.2013 07:00:44 Fethûllah Gulen di sala 1941’an de li Erziromê hate cîhanê. Ji sala 1970’an pê de di nava tevgera Nûr de bi polîtîkayên rondikên sextet weazan dide û hewil dide kesên beramber bandor bike. Her wiha bixebatek şev û roj Cemaeta Gulen bûye sedem ku bitaybet li dijî Kurdistanê bi polîtîkayên îmha,înkar, bişaftin û qirkirinê serkeftîbe. Lingê Gladio’yê yê li Tirkiyeyê ku Fethûllah Gulen û cemaeta wî ye, weke navend li Qeyserî-Konyayê; ji aliyê Gladio’yê ve li dijî komunîzmê hatiye parastin. Bi rêxistinên weke Akyazililar û Weqfa Mamostayên Tirkiyeyê xwe rêxistin kiriye. Îro bi piştgiriya Gladioyê bûye hêzek mezin ya aborî û siyasî. Gulenê ku hestên paqij ên olî ên gelê Kurdistanê bikaraniye û bi vê erka Tirk kirinê girtiye ser xwe. Gulenê di sala 1957’an de li Erziromê ku hêj 16 salîbû ji aliyê endamê Gladioyê Serpel Esad Keşafoglû ve hatiye rêxistinkirin, binavê endamê Gladioyê xistine nava Cemaeta Nûr de. Dema ku ew xwendekarê Seîdê Kurdî ê eslê xwe Kurd bû jî ji ber nêzîkatiyên wî ên faşîst, nijadperest ji aliyê Seîdê Kurdî ve ji cemaetê hatibû dûr xistin. Fethûllah Gulen ku ji cemaeta Nûr hate dûrxistin, piştre cemaetekî li ser paşnavê xwe Cemaeta Gulen avakir. Ev cemeata ku hate avakirin ji wê rojê û heya niha li dijî Kurdan polîtîkayên bişaftin û qirkirinê dide meşandin.
DEMA KU QIRKIRINA SPÎ ENCAM NEGIRT QIRKIRINA KESK XISTIN DEWRÊ
Armanca bingehîn ya Cemaeta Gulen Tirk kirina Kurdan ne. Piştî ku faşîzma Tirk ya Spî ku li dijî gelê Kurd komkujiyên fîzîkî pêkanîn bi ser neket, faşîzma Tirk ya Kesk (Gladio’ya Kesk) xistin dewrê û di bin polîtîkaya ‘îslama nerim’ de xwestin qirkirina çandî pêkbînin. Fethûllah Gulenê Îslamî û Tirkperestê Kesk li aliyekê xwest zanista Seîdê Kurdî bike Tirk, li aliyekê din jî binavê hucreyên weke Zanîngeh, YÎBO, dibistanên taybet, dersxane, salonên xwendinê, malên Işik (malên kur lê dimînin) û malên Sevgî (malên jin lê dimînin) ên li Kurdistanê avakirîn ji bo zarokên Kurd ‘bikin Tirk’ bi xebatekî hêdî û zirav qirkirinê pêkbînin. Ev misyon girtibûn ser xwe. Îro jî Cemaet li Kurdistanê ji çapemeniyê bigire heya perwerdeyê, ji finansê bigire heya sektora tenduristiyê xebatên girîng birêve dibe. Armanca bingehîn ya van xebatan ne pêşdebirina Kurdistanê berevajiyê wê lezdana faliyetên Tirk kirinê ne. Cemaet di bin navê ‘xêr û zekatan’ de ji gelê Kurd ê feqîr, xwendekarên Kurd, hestên wan ên olî bikartîne û bipereyê ji wan kom dike; ji bo li Kurdistanê qirkirina çandî pêkbînin derfetan di afirîne. Bitaybet jî girîngiyê dide zêdekirina Dibistanên Seretayî ên Herêmê yên Şevînî û dibistanên taybet. Fethûllah Gulen demek dirêje ji aliyê Dewletên Yekgirtî ên Amerîkayê (DYA) ve tê parastin û ev jî nîşan dide ku Amerîka çavkaniyek din ya pereye û bûyîna hêzek mezin ya aborî jî ji vir digire. Cemaeta Gulen ku bi salane bixebatekî pir zirav hewil dide Kurdan asîmîle bike, piraniya wan ji hevkarên Kurd pêktê. Li ser kesima Kurd ya hevkar re hewil dide ciwanên Kurd rêxistin bike (bitaybet jinên Kurd), xebatekî pir berfireh û zirav dide meşandin. Li ser vî bingehî xwendekarên dibistana amadeyî û zanîngehê hedef digirin.
ARMANCA CEMAETÊ XWENDEKARÊN KURD IN
Faliyetên qirkirinê ên ku navend Qeyserî-Konya birêve dibin, bitaybet di van deman de li Kurdistanê zêde kirine. Ji bo xwendekarên Kurd bêxin xefka xwe demên krîtîk hildibijêrin; weke demê qeydkirina zanîngehê û bihinceta ku mal û yûrdan ji bo xwendekaren ji bajarek din tên bibînin xwe nêz dikin. Eger xwendekarê/a ku zanîngeh qezenckirî û cihê lê qezenc kirî dûr be û ev xwendekar jî keç be wê demê tam li gorî wane. Mînak; dema ku xwendekarek Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê qezenc bike, kesê destpêkê li otogarê tê pêşiyê Gulenî ne. Artêşa cemaetê ku di carekê de derdora xwendekar digirin ji bo bandor û qezenc bikin hezar direwan dikin. Bi hinceta jêre malê peyda bikin xwe nêzî xwendekar dikin û dixwazin bi wehdan xwendekar bandor bikin. Kesimê ku armanc dikin wan asîmîle bikin; jin in. ji ber vê çendê bitaybet berê xwe didin keçên xwendekar û ji bo wan qezenc bikin xebatek berfireh dikin. Eger zêde zanabûnek ya wî/wê xwendekarê nebe û hestên olî li pêşbin, ji bo biçe li bajarekî dûr malekê peyda bike, cihek wisan jêre zêdetir balkêş tê û rewşê qebûl dike. Lê belê êş dema ku diçe nava wan û rûyê wan dibîne destpê dike. Di destpêkê de zêde tiştekê nadin ferq kirin, le belê piştî çend hefteyan, xwendekarên Kurd dixin bin zextekî psîkolojîk ya ji îşkenceyê xirabtir.
POLÎTÎKAYÊN TAYBET ÊN CEMAETA GULEN LI SER BOTANÊ
Armanca bingehîn ya Gulen herêmên weke pîlot hatine binavkirin; Herêma Botan ya ji Colemêrg û navçeyên wê, Şirnex û navçeyên wê, Sêrt û Mêrdînê pêktê ye. Bitaybet li van herêman ji bo bigehîn armancên xwe li ser zanîngehan re biawayekî lez, zanîngeh, kolej, dibistanên taybet, salonên xwendinê, qursên Quranê ên havînê û dersxane vekirin. Serok Komarê Dewleta AKP’ê ku weke antaxê Gulen tê zanîn Abdullah Gul bixwe rektor şandin ser zanîngehên wî. Yekemîn xebatkarê Gulen Prof. Dr. Îbrahîm Belenlî anîn ser Zanîngeha Colemêrgê, Prof. Dr. Elî Akmaz anîn ser Zanîngeha Şirnexê, Prof. Dr. Mahmût Dogru anîn ser Zanîngeha Eren Bedlîsê. Weke din piştî ku AKP hate ser desthilatdariyê û şûn ve hema bêje rektorên hemû zanîngehan hatin guhertin û kesên hatine tayînkirin jî ji aliyê Fethûllah Gulen ve hatin diyarkirin. Beriya vê Prof. Dr Ayşegul Saraç ku berendama parlementera AKP’ê bû anîn kirin rektora Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê. Bi destê van rektoran zext û şantajek pir mezin li ser memûrên girêdayî KESK’ê û xwendekarên welatparêz kirin. Ji bo alîgirên xwe hemû derfet pêşkeş kirin û hêsanîkirin pêkanîn. Ji bo kesimên xebatkar ên ne ji wan jî pêkanînên wan bêzar bike û ji kar dûrbixe pêşxistin. Rektora Zanîngeha Dîcleyê Ayşegul Saraç du peywirdarên hîndekariyê tenê ji ber ku Kurd bûn dawî li karê wan anî. Bi heman awayî ji ber zextên Rektorê Zanîngeha Colemêrgê Îbrahîm Belenlî 20 memûr neçar man îstîfa bikin. Li gel vê alîgira rektor Şafak Yamî ku têkiliya wê bi MÎT’ê re heye weke hînker anî zanîngehê û piştre bi weste (torpîl) berjengê Doç. Dr danê. Silêman Solmaz dema ku li Dibistana Amadeyî ya Anadolû ya Colemêrgê mamosta bû, ji ber ku demek dirêjbû li Colemêrgê bû, gel nas dikir û psîkolojiya wan dizanî, bi armanca rektor bibaldar pêngavan bi avêje anîn peywira Midûriyeta Pênûsa Taybet ya Rektor danê. Weke din jî hevjîna Solmaz ji bo li zanîngehê rêxistina jinan ya cemaetê çêbike erkek taybet danê. Xebatkarê Cemaetê û Midûrê berê yê Amadeyiya Bazirganiyê yê Colemêrgê Mehmûd Yîmez bi westeyê anîn xistin Sekreteriya Giştî ya Zanîngeha Colemêrgê. Bi vê hewildan xebatên cemaetê di nava zanîngehê de birêve bibin. Weke din jî li rexmî ku ji xezîneya dewletê mîktarek mezin ya pere ji zanîngehê re tê veqetandin jî, ji zanîngehek ya tabelayê wêdetir neçûye. Ev pere ji bo zanîngehê nehatine mezaxtin hemû valeyî xezîneya cemaetê kirine. Dîsan jî giranîdayîna avakirina kolejan jî nîşan dide ku dixwazin zarokên Kurdan ji kokê ve asîmîle bikin. Li Colemêrgê Koleja Hatîce Avci û Midûrê Navenda Etûta Sumbul Cem Barûtçû-Endamê Cemaeta Gulen e mînaka vê ya herî şênbere. Mamostayê Rehberê yê Navenda Etûta Sumbulê û weke din jî li Colemêrgê favoriyê Serok Wezîrê Dewleta AKP’ê Recep Tayîb Erdogan tê zanîn û di hilbijartinên dawî de jî berendamê parlementerê AKP’ê bû; Osman Kizilban e. Mamosta û midûrên li van navendên bişaftinê dixebitin dibin nave ‘perwerdeyê’ de ji bo zarokên Kurd semînerên pesnê netewperestiya Tirkan dikin û dijminahiya Kurdan didin. Bitaybet zarokên polîs, çawişên pispor, efser li van dibistanên cemaetê qeyd dikin û bivê arman dikin ku zarokên Kurd bi zarokên Tirkan re bibin yek û wan ji kurdbûyîna wan dûr bixin. Cemaeta Gulen herêmên Colemêrg û Şirnex ku weke ‘herêmên pîlot’ dane diyarkirin tenê bi van polîtîkayên bişaftinê sinordar nehêlane, hema bêje li hemû taxan li dijî gel xebatên rêxistinkirinê didomîne. Ji ber ku gelê welatparêz malan nade cemaetparêza, tenê dikarin di bin navê xwendekaran de malan ji xwe re peyda bikin. Malên ku digirin jî ji ber ewlehiyê nêzî navendên polîsan digirin. Hemû rojên Duşem û Pêncşemî civînên xwe bi awayekî veşartî dikin. Ji bo bertekên gel nekişînin ser xwe binavê ‘Zehrayiyan’ ku ji Kurdên welatparêz pêktên tevger dikin. Piraniya deman biroj sohbetên xwe li malên gel dikin. Bitaybet malên ku hevjîn û zarok li mal neyî dema ku jinên Kurd bitenê di mal de heyî diçin. Bi vî awayî hestên olî bikartînin û rêxistinkirina xwe bihêsanîtir pêktînin. Dîsan jî pêşangehên ku di binya navendên perwerdeya gel de têne vekirin weke rêyên rêxistinkirina jinan dibînin. Bi vî awayî ji bo jinên herêmê rêxistin bikin li taxan malên perwerdeyê vedikin.
XEFIKA MÎKRO KREDÎ YA LI DIJÎ JINÊN KURD
Yek ji xefikên di van demên dawî de li dijî jinan pêşxistine jî ‘Mîkro Kredî’ ye û yek ji xebatên cemaetê ên herî mezine. Xebata ku navend Amed dane destpêkirin, herî dawî li Colemêrg, Şirnex, Gever û Cizîre hate avakirin. Armanca xebatê ewe ku qaşo bi armanca peydakirina derfeta kar, ji dest krediyê didin. Ji xwe armanca bingehîn ya di bin vê xebatê de bi vî awayî jinên Kurd rêxistin bikin. Lingê vê rêxistinê yê li Colemêrgê biraziya Şaredarê berê yê Colemêrgê Abdulrehman Keskîn ê MHP’yî Nêrgiz Keskîn e. Ev xebat ji aliyê Nêrgiz Keskînê ve tê birêve birin. Lingê wê ê li Şirnexê jî Seroka baskê jinan yê AKP’a Şirnexê Hatîce Atan dimeşîne. Weke din jî xebata AKP’ê ya di bin navê ‘pereyê zarokan’ ku qaso 3 mehan carekê didin jinên Kurd ‘hinek caran salê carekê didan, heta hinek caran qet nedidan’ jî weke yek ji xebata vê rêxistinkirinê ye. Bi vî awayî weke ku minetê li jinên Kurd dikin nîşan dide, bi bacên ku ji gel distînin bi mîktarekî pir pir kêm 4-5 qurîş didin û vê weke alîkariyek pir mezin jî nîşan didin.
JI BO XEBATÊ JI CEMAETÊ RE BIKIN ‘SOND’ PÊDANE XWARIN
Mehên havînê piştî ku dibistan ketin bêhndanê, Qursên Quranê ên havînê ku yek ji rêbazên bişaftinê ên girîngin li du herêmên bingehîn yên Botanê Colemêrg, Şirnex û navçeyên wê têne vekirin. Melayên AKP’ê zarokên biçûk ên Kurd rêxistin dikin û endaman ji cemaetê re didin qezenc kirin. Ev jî yek ji xebatên taybet ên qirkirinê ne. Bitaybet ji bo zarokên keç qeydî qursên Quranê bikin mal mal digerin û hewil didin bandorê li ser malbatan bikin. Malbatên Kurd ên xwediyê hestên paqij ên olî agahiya wan ji tiştekê nîne, tenê ji bo zarokên wan fêrî pirtûka pîroz bibin dişînin qursên Quranê. Lê belê berevahiyê vê di van qursan de hewil didin wan ji cewherê wan dûrbixin, bikin Tirk û wan bikin dijminê kokê wan. Xwendekarê ku qursa Quranê bidawî kir, ji bo bi wan re kar bike ‘sondê’ pê didin xwarin. Li rexmî sondxwarinê jî eger xwendekar ji bo wan nexebite, vêcarê dest bi gef û şantajê dikin.
ARMANCA WAN XWENDEKARÊN SERKEFTÎ NE
Ji bo dibistanên Gulen xwendekarên serkeftî ên Kurd dihilbijêrin, zimanek Îslama siyasî bikartînin û ji bo demê pêş endaman amade dikin. Dîsan piştî dibistan hatin girtin, di mehên havînê de ji bo kesên nû beşdarî nava cemaetê bûyîn (bizimanê wan şagirtê mektebên olî) û xwendekarên hinek kevin di binavê ‘tûra gerê’ û weke din jî di bin navê kampanyayên ‘pira dilan’ xwendekarên rojava tînin rojhilat ên rojhilat dibin rojava. Bi vî awayî dixwazin xwendekaran bandor bikin. Vê gerê bi 4 cûrên cûda pêktînin. Zarok, ciwan, jin û pêşengên eşîran cûda cûda ji bo wan gerê eyar dikin. Bitaybet keyayan vedixwînin xwarinê, sohbeta çayê û seyahetan çêdikin, her wiha li gorî asta aboriya wan nêz dibin û li gorî wê pêşwaziya wan dikin. Cûda cûda ji bo xwendekarên zanîngehê, amadeyî û seretayî malan kirê digirin, li vir xwendekar waneyên olî dibînin. Xwendekarên dibin seyahetê jî bitaybet dibin cihê piranî pirtûkên Fethûllah Gulen lê heyî û biwan didin xwendin. Cemaeta Gulen bi wan didin naskirin, bi vî awayî hîn zêdetir balkêş dikin. Weke din jî ji bo xwndekaran bandor bikin her cûre derfetan pêşkeş dikin. Xebatkarên Cemaetê tax tax, bajarok bajarok, gund gund, qesabe qesabe digerin, li dibistanên ku salane lê dixebitin bi malbatên xwendekarên jîr re hevdîtinê dikin û ji bo ev xwendekar ji dervey bajarê wan li bajarekî din bixwîne hewil didin malbatan îqna bikin. Eger karîn îqna bikin, van xwendekaran dibin li malên cemaetê bicih dikin. Hemû mesrefê xwendekarên jîr ên herêmê digirin ser xwe û dişînin bajarên weke Konya, Enqere, Afyon, Meletî, Kûtahya ku xebatên Cemaeta Gulen lê zêde ne. Destpêkê baş nêzî xwendekarên Kurd ên şandine van deran dibin û piştre jî bira û xwişkên mezin ên xwediyê malê zextên cûda cûda li ser didin pêkanîn. Piştre axaftina Kurdî lê qedexe dikin, guhdarkirina muzîka Kurdî lê qedexe dikin, wergirtina cilên herêmê lê qedexe dikin, xwendina pirtûkên Kurdî lê qedexe dikin, bikurtahî çi tiştê derbarê kurdîniyê de heye ji holê radikin û qedexe dikin, ji bo Kurdbûna xwe ji bîr bikin çi pêwîst dike dikin. Dîsan jî bêrêziyê li hemberî çanda Kurd dikin, îdîa dikin ku zimanê Kurdî tuneye, heta zêdetir diçin û dibêjin gelekî wekî gelê Kurd tune ye.
Li van malan tenê pirtûkên Fethûllah Gulen bi xwendekarên Kurd didin xwendin. Xwendekaran neçar dihêlin ku tenê biçin dibistan û bên malên xwe, eger biçin cihek din gef û şantajan lê dixwin. Eger xwendekarên keç ji bilî cemaetê çû gel yekê din destpêkê bi malbatê tê tehdît kirin, eger dubare jî bibe, bi direwên weke ‘keça we ketiyê rêyên xirab, bikesên nenas re dikeve têkiliyê, em nikarin xwedî li keça we derbikevin, guhdarî me nake’ dixwazin malbatê bandor bikin. Malbatên ku bi kîlometreyan ji keçên xwe dûr jî dikevin nava gûmana û difikirin ku ger zarokên wan beşdarî cemaetê bibin dê baştir be.
Di mehên havînê de di bin navê ezmûnên zanîngehê de li bajar û navçeyan kampên perwerdeyê yên cemaetê têne avakirin û li van kampan şûna amadekariyên zanîngehê pirtûkên Fethûllah Gulen bi xwendekaran didin xwendin. Xwendekarên ku li hemberî vê radibin jî zextekî psîkolojî li ser didin meşandin û piranî jî gefên ‘eger ji me qut bibî em te rihet bernadin, li hemû zanîngehan endamên me hene. Tu dê di dersên xwe de bimînî. Eger di xizmeta gelemperî de bixebiti jî em dê ji te re keleman derxînîn’ lê dikin. Bi vî awayî hewil didin xwendekaran di nava cemaetê de bigirin. Di dema serdanên malbatê de jî bitaybet wextên nimêjan dihilbijêrin. Nimêja cemaetî dikin û bi vî awayî dixwazin baweriya malbatan qezenc bikin. Bi sohbetên Xwedê, pêxember û Bedîuzeman Seîdê Nûrsî hewil didin xwe bidin qebûl kirin. Bi vî awayî armanc dikin ku pêşî li sohbeta li ser Fethûllah Gulen veke û propaganda wî bike.