1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kurdistanê pirtûkeka du hezar salî hate dîtin
Li Kurdistanê pirtûkeka du hezar salî hate dîtin,li,kurdistanê,pirtûkeka,du,hezar,salî,hate,dîtin

Li Kurdistanê pirtûkeka du hezar salî hate dîtin

A+ A-

Hate ragihandin ku li Kurdistanê, pirtûkek ji bermayiyên gatayên Zerduştî hatiye dîtin.

Tê diyarkirin ku ev pirtûk bi zaravayê Ahurramanî (Hewramanî) ku mîna Avestî tê zanîn, li ser postê xezalê, bi tîpên aramî hatiye nivîsîn. Pirtûk ji 20 rûpelî tê pê û di encama lêkolînên hatine kirin de jî, ev pirtûk ji du hezar salan ve maye.

Li gor agahiyên ku di malpera Şunwarên Kurdistanê de hene, li navçeya Hewramana Rojhilatê Kurdistanê malbateka feqîr vê pirtûkê dîtiye û bi tirsa ku dê Hukûmeta Îranê pê bihese û dest deyne serê jî, xwestine bifroşin Brîtanyayê. Lê bi hewldana çend kesan ve, dev ji vê yekê berdane.

Li gor agahiyên vê malperê, niha bang li Hukûmeta Başûr hatiye kirin ku ji bo ev pirtûk bînine Başûrê Kurdistanê, bikevine nav hewldanekê û ji bo kirîna pirtûkê jî butceyekê veqetînin.

Çavkanî: http://yeniulkehaber.com/Detay.aspx?gn=3895 Werger: amidakurd.net