1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kurdistanê plana duyemîn a qirkirinê di dewrê de ye
Li Kurdistanê plana duyemîn a qirkirinê di dewrê de ye,li,kurdistanê,plana,duyemîn,a,qirkirinê,di,dewrê,de,ye

Li Kurdistanê plana duyemîn a qirkirinê di dewrê de ye

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê ku li bajarên Kurdistanê pêk dianîn niha jî plana duyemîn ya qirkirinê xistiye meriyetê. Di çarçoveya vê planê de, "Hêzên Sivîl ên Tirk" ku saziyên weke ÎHH û Weqfa Ensar di nav de ne li bajarên weke Amed, Wan û Mêrdînê qaşo bi saziyên sivîl re civîn li dar xistine.

Hate hînbûn ku piştî operasyonên qirkirinê yên ji aliyê hêzên dewletê ve li bajarên Kurdistanê pêk hatin niha jî di bin navê, "pêvajoya îhyayê" de saziyên nêzî AKP'ê dest bi civînan kirine. Li gor agahiyên hatine bidestxistin li bajarên weke Amed, Wan û Mêrdînê civîn hatine lidarxistin.

Dê xebatên mîsyonertiyê bikin

Li gor vê planê ev sazî û tezgehên nêzî AKP'ê dê bi taybetî li bajarên Cizîr, Gever, Silopî, Dêrik, Hezex, Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Kerboran û Farqînê xebatên mîsyonertiyê pêk bînin. Komele û saziyên tevlî van civînan bûne dê li gor pêvajoya nû yanê şerê taybet ê dewletê tevbigerin.

Saziyên ku AKP li Kurdistanê bide xebitandin

Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî civînên li herêmê werin lidarxistin dê saziyên nêzî AKP'ê li herêmê dest bi xebatên xwe yên mîsyonertiyê bikin. Saziyên ku dê AKP ji bo plana xwe bide xebitandin wiha ne: Egîtîm Bîr Sen, Saglik-Sen, Memûr-Sen, Turk-Îş, Halk-Îş, TOBB, TÛSÎAD, MÛSÎAD, TESK, TESKOMB, ÎHH, Ensar Vakfi, ONDER, Îlîm Yayma Cemiyetî û Weqfa Bîrlîk.

Her wiha dê li gor plana duyemîn a qirkirinê bi sazî û partiyên li Kurdistanê re têkilî werin danîn. Li gor vê yekê dê di pêvajoya pêşiya me de bi paritiyên weke HAK-PAR, Hur Dava Partisi û Mazlûm-Der re werin ba hev.

Jinên AKP'î li pey propagandayê ne

Li Şirnex êrîşên qirkirinê 106 roj li pey xwe hiştin û di bin navê alîkariyê de niha jî jinên AKP'î dest bi propagandayê kirin. Jinên AKP'î li herêmê bi pereyên Serokwezirtiyê alîkarî belav dikin û vê dikin amûra propagandayê.

(no)