1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kurdistanê sindoq ji bo xweseriyê tên danîn
Li Kurdistanê sindoq ji bo xweseriyê tên danîn,li,kurdistanê,sindoq,ji,bo,xweseriyê,tên,danîn

Li Kurdistanê sindoq ji bo xweseriyê tên danîn

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) berî kongreya xwe ya di nava meha îlonê de li dar bixe ji bo delgeyên 7'emîn Kongreya Asayî diyar bike li bajarên Kurdistanê dê sindoqan danê.

KCD ji bo delegeyên 7'emîn Kongreya Asayî ya dê di nava meha îlonê de li dar bixe diyar bike di navbera 11-21'ê tebaxê de li bajarên Kurdistanê dê sindoqan danê. KCD deme dirêje xebatên kongreyê didomîne û berî kongreyê li 25 bajaran civîn li dar xistin û civîn bi dawî bûn. Kongre dê bi slogana "Em înşaya jiyana azad û rizgariya demokratîk bikin" pêk bê û dê di kongreyê de guherînên bingehîn pêk bîne.

Bi komîsyonên hatin avakirin li bajaran civînên amadekariyê tên lidarxistin û ligel civînan ji bo gel tevlî pêvajoya kongreyê bibe di 11'ê tebaxê de li bajarên Kurdistanê ji bo delegeyan diyar bikin dê sindoq bên danîn û dê delgeyên KCD'ê yên nû bên diyarkirin. Li bajarên meclîsên bajar heyî dê delge bi hilbijartinê bên diyarkirin lê li bajarên meclî tuneyî jî gel raste rast dê tevlî civînan bibe û delgeyan diyar bike.

Dê 10 rojan bikaranîna dengan bidome û nûnertiya jin û ciwanan dê weke hev be. Cihên deng lê bên bikaranîn hevparên KCD û an jî bajar dê li gorî înîsiyatîfa xwe cih diyar bikin. Hilbijartin dê di 21'ê tebaxê de bi dawî bibe û pişt re jî dê 501 delgeyên KCD'ê yên nû bên diyarkirin û dê biçin kongreyê. Li bendêne ku di nava meha îlonê de kongre pêk bê û di kongreyê de dê rêxistinbûna KCD'ê piranî bê guherîn û ji bo xweseriya demokratîk bikeve jiyanê dê biryarên cidî bên girtin.

(bd/sa)