1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Licê li hember 100-150 welatiyan hezar leşker û polîs
Li Licê li hember 100-150 welatiyan hezar leşker û polîs,li,licê,li,hember,100,150,welatiyan,hezar,leşker,û,polîs

Li Licê li hember 100-150 welatiyan hezar leşker û polîs

A+ A-

4 Pûşper

AMED (DÎHA) - Li Liceyê çalakiyên li hember çêkirina qereqolan û qeleqolan berdewam dike. Vê sibê saet 04.30'an bi sedan leşker û polîsan mudaxaleyî çalakgeran kirin. Di encama pevçûnên di navber polîs û ciwanan de li gorî agahiyan ciwanek birîndar bû.

Li gundikê Celik ya navçeya Licêya Amedê ji 24'ê gulanê vir ve gel li hember qereqol-kalekolan û bendavan ev 12 roj in li ber xwe didin û leşkeran careke din mudaxaleyî gel kir. Serê sibê saet 04.30'an de mudaxela hat kirin û di mudaxaleya îcar de ji bilî leşkeran polîsan jî cih girtin. Gundikê Celik ji aliyê leşker û polîsan ve ji sê aliyan hat dorpêçkirin û piştre berê xwe dan konên ku hatine vekirin. Gel ferq kir ku dê mudaxale çêbibe û gel jî amadekariyên xwe kirin.

Piştî demekî leşker û polîsan ji 3 aliyan, bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale kirin. Gel jî bi bombeyên deng, molotof û fişengên hewayî bersiv dan mudaxaleya leşker û polîsan. Her ku diçe pevçûna navber gel û leşkeran zêde dibe, hat gotin ku di encama mudaxaleyê de welatiyek birîndar bûye û ev agahî nehat piştrastkirin.

Li aliyekî pevçûn berdewam dikin û li aliyê din jî ber bi herêmê sewqiyata leşkerî didome. Welatiyan bi xendekan riya Amed û Liceyê ji trafikê re girtin û ji bo xendekan dagirin leşkeran bi xwe re kepçe anîn.

Ji bo hikûmeta AKP dev ji polîtîkayên neçareseriyê berde bi rojane gelê Licê li ser piyan e. Serokwezîr Erdogan çend roj berê di axaftina xwe de sînyala mudaxaleyê dabû û gotibû 'Dê plana B û C bikeve dewreyê'. 3 roj piştî vê axaftina Erdogan, di 30'ê gulanê de ji bajarê Enqere, Mêrdîn û bajarên derdoran cendirme anîn herêmê mudaxale kirin û heta saetên êvarê pevçûn derketin.

Di mudaxaleyê de xweza hatibû texrîbkirin û leşker ji bo mudaxaleyî welatiyan bikin gelek dar birî bûn. Piştî ku saetên êvarê leşker paşve vekişiyan pevçûn bi dawî bûn. Wê rojê heta niha her roj û her saet pevçûn dewam dikin û saetên serê sibê pevçûnên dijwar qewimîn.

(ça/lg)