Li Licê yên esrarê diçînin diyar in!
Kî esrarê diçîne û kî dibe hemî diyar in!..
Gelê herêmê derewa nûçeyên wekî; "Zeviya esrarê ya PKK'ê" bi bîranînên sosret û agahiyên cuda anîn ziman. Şêniyên gundên derdorê diyar kirin ku PKK her tim ji bo ew esrar neçînin ew hişyar kirine û anîn ziman ku nûçe di bingeh de derew e. Şêniyên gund destnîşan kirin ku esrar ji aliyê rayedarên leşkerî ve tê çandin û anîn ziman ku leşkeran di çarçoveya operasyonê de kêm esrara şîn şewitandin û esrara zuha jî leşkeran xistine kamyonan û birine.
Di salên 1992-93'an de 54 gundên navçeya Lîce ya Amedê hatin şewitandin û valakirin. Beriya gund bên valakirin mirovan debara xwe bi sewalkarî, çandinî, titûn û bostaniyê dikirin. Kesên ku wê demê bi esrar û tiryakê mijûl dibûn tune bûn. Ev ji ji aliyê gundî û xizmên xwe ve dihatin îzolekirin. Çandina esrarê wekî heram û guneh dihat dîtin. Gelê herêmê bi rê û rêbazên xwe pêşî li çandina esrarê digirtin.
'Leşkeran esrara şîn şewitandin esrara zuha bixwe re birin'
Bi projeya vegera gund a dewletê di sala 2002'an de xist meriyetê çandina esrarê jî zêde bû. Her sal bi operasyonên seranser û bi nûçeyên wekî; "Zeviyên esrara PKK'ê hatin desteserkirin" rojev tê berovajîkirin. Şêniyên herêmê ku ne biyaniyê van nûçeyan in diyar kirin ku ev nûçe rastiyê venabêjin. Şêniyên gund anîn ziman ku ji ber tirsa ewlehiya can ew nikarin bibêjin ku dewlet li herêmê esrarê diçîne û gotin; "Tên gund û yek du belgên şîn ên esrarê dişewitînin. Esrara zuhakirî jî li kamyonan bar dikin û diçin." Bi vê gotina gundiyan armanca dewletê ya paleyiya esrarê jî derdikeve holê.
'PKK, ji bo esrar neyê çandin hişyar dike'
Hecî Mehmet Ozkanê 80 salî ku di demên ketin û derketina gundê Dêrxustê de qedexe bû jî bi awayeke veşartî hatiye gund û li wir jiyaye got; "Bi salan e ez li gund dijîm. Min tu caran esrar neçand û ez li dijî yên diçînînim. PKK jî wekî me dijberî vê yekê ye. PKK hertim ji bo esrar neyê çandin hişyariyan dike. PKK ji gundiyan re dibêje esrar heram e, dibe sedema mirina mirovan." Ozkan ku ji berovajîkirina gotinên xwe ditirse wiha axivî: "Gotinên min binivîsîne. Tiştên ku nabêjim nenivîsîne." Ozkan destpêkê got; "Dewlet jî, PKK jî li dijî vê yekê ye" û piştre jî tevî ku ji dewletê ditrse jî got; "Na dewlet ne li dijî vê yekê ye, lê ditirsim bînim ziman. Ji ber ku dê min bikujin. Dewlet derewan dike. Tu eleqeya PKK'ê bi esrarê nîn e."
Ozkan ji ber dewletê bi fikar e!
Ozkan diyar kir ku ji ber cihê 2 sivîlên ji aliyê leşkeran ve hatibûn kuştin nîşanî çapemeniyê dabû gazî qereqola jenderme ya Lîceyê kiribûn wiha berdewamî axaftina xwe kir: "Ji min re gotin, 'te gotiye leşkeran her du sivîl kuştine. Ma te bi çavên xwe dîtin.' Ji ber ku ez jî tirsiyam min got, 'na min nedît. Min tenê dît ku wesayîta leşkerî o cenaze anîn û avêtin wê derê.' Ez niha dîsa axivîm. Ditirsim ku min dîsa bibin qereqolê." Ozkan anî ziman ku ew ji dewletê ditirse lê tiştên ku ew dibêje rast e û wiha pê de çû: "Min axivî lê hûn bibêjin dê kengî min bibin qereqolê. Min rojî girtiye, bila piştî remezanê min bibin." Ozkan bi van gotinan rastiyeke din a herêmê tê jiyîn radixe li ber çavan.
Şêniyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku bi vegera gund re gel berê xwe da sewalkariyê û got; "Gel bi salan li bajaran perîşan bû. Xwestin bên û sewalkariyê bikin. Lê hikûmetê sewalkariya herêmê jî xilas kir. Buhaya goşt û zibil daxist. Mirov xizan bûn. Dewlet dibêje, 'PKK li wê derê esrar diçîne' ev nerast e. PKK bi salan e ji bo esrar neyê çandin bi herêmê re mijûl dibe. Gelek caran tên û gelek caran jî ji vê derê kesên ku esrar diçînin digirin û wan ceza dikin. Em jî dizanin û PKK jî dizane ku esrara li vê derê tê çandin, li bajarên wekî Edene, Amed û Stenbolê dîsa didin zarokên kurd. Teqez PKK li dijî vê yekê ye. Dewlet hem gelê me ber bi tiştên xirab ve dibe û hem jî ji bo biçin çiya zorê dide. Hê çend roj beriya niha agir bi daristanên gundê Dêrxustê xistin. 400-500 kesî xwestin biçin û agir bitemirînin. Tevî ku dewletê dizanî em li wir in jî top avêtin nava me. Gelek kes ji ber kevirên pekiyan derûdor birîndar bûn. Parçeyek jî li milê min ket. Dibe ku em hemû li wê derê miriban jî."
'Leşkera yên esrarê diçînin ji nedîtî ve tê'
Şêniyê gundê Dêrxustê Alî Sogut jî diyar kir ku di seranserî temenê xwe de wî ne esrar çandiye û ne jî destê xwe lêdaye. Sogut anî ziman ku li ber qereqola Hezanê esrar diçîne lê leşker pêşiya vê yekê nagire û wiha axivî: "Heke dijî esrarê bin wê demê bila destpêkê esrara derûdora xwe ji holê rakin. Tên operasyona esrarê dikin, esrar wekî heyî li cihê xwe dimîne. Esrar ji bo wan tenê hincetek e. Leşker esrara zuhakirî li gel xwe dibin. Baş e çi ji vê esrarê dikin, xwedê dizane. PKK esrarê dişewitîne û tune dike, lê dewlet li gel xwe dibe. HPG'iyan esrara zuhakirî tev şewitand. Min bixwe nedît lê herkes vê baş dizane. Esrara zuhakirî tînin gel xwediyê esrarê û hemû esrarê li wir dişewitînin. Heta xwediyê esrarê dixwaze hin tiştan pêşkêşî wan bike lê ew dibêjin heram e û naxwin."
'Dewlet mirovan teşwîqî esrarê dike'
Ji şêniyên gundê Cinezûrê Haci Şukru Gundogan jî destnîşan kir ku dewlet teşwîqî çandina esrarê dike û got; "Ev yek bi zanebûn pêş xistin. Armanca wan şêlûkirina mejiyê mirovan e. Riya pereqezenckirina mirovan bi vî rengî nîşanî wan didin. Gundê me şewitandin. Em rêkirin metropolan. Niha em vegeriyan gundê xwe lê dewletê tu derfetên kar nehiştin. Em nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Dewlet bi van pêkanînan mirovan teşwîqî çandina esrarê dike. PKK li dijî vî karî ye. Yên vana dikin bila derkevin û biaxivin. Heke hevkariyek hebe, di navbera van kesan û dewletê de ye. Armanc û fikra PKK'ê cuda ye, karê PKK'ê bi van re nabe."
Ji hêla din ve jî li ser çandina esrarê îdîayên cuda digerin. Şêniyên gund diyar kirin ku kesên esrar çandine soza wesayîtekî dane fermandarê Engulê û fermandar jî ji wan re gotiye, 'heke hûn ji min re wesayît bikirin em ê dest li we nedin.'
Ji bo operasyona esrarê nûçegihanê taybet!
Waliyê Amedê tevî ku buro û nûçegihanên hemû ajansan li Amedê hene jî ji bo dîmen bikişînin ji Stenbol û Enqereyê nûçegihanên taybet bi helîkopteran biribûn herêma operasyonê.
(ak/mae)