1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Licê çi diqewime?
Li Licê çi diqewime?,li,licê,çi,diqewime

Li Licê çi diqewime?

A+ A-

Licê - Piştî pevçûna di navbera gundên Dêrxust û Sîsê yên navçeya Licêya Amedê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimîn, leşkerên Tirk agir berdan herêmê. Gundiyên xwestin biçin herêmê hatin astengkirin.

Artêşa Tirk navbera gundê Dêrxust û Sîsê ya Licê ya Amedê bi helîkopteran bombebaran kir. Piştî bombeberanê ji herêmê dengê çekdan hatin bihistin.

Li navçeya Licê ya Amedê di navbera gundê Sîsê û Dêrxustê li herêma çolterê di saetên sibê 04.00’an de artêşa tirk bi 5 helîkopteran dest bi bombebaranê kir. Di navbera 07.00-07.30’an navber dan bombebaranê û di vê navberê de helîkopterên skorskî keşf kirin.

Piştî navbera nîvsaetê helîkopterê tîpa kobra ji nûve herêm dan ber bombebaranê. Gundiyan diyar kir ku dengê teqînan gelek bi şîdet û hate destnîşankirin ku dibeku bombeyên kazan û çekên giran hatibin bikaranîn. Helîkopeteran piştî bombebaranan 40 deqiqeyan şûn de, ji herêmê dengê çekan bilind bû. Gundiyan da zanîn ku dengê çekan ji her dua liyan jî dihat û gotin der barê wedahiya can de heta niha tu agahî negirtine.

GUNDIYÊN LI HERÊMÊ ASÊ MAN

Gundiyan diyar kir ku dema ku helîkopteran navber dane bombebaranê gundiyan sewalên xwe birine nava zeviyan û gotin: “Em bi sewalên xwe re asê man man. Me got qey bombebaran qediyaye. Niha gelek gundî li herêma daristanê ye.”

Di nava herêmên qedexekirî yên Walîtiya Amedê de ev daristanê her du gudan jî hene. Gundiyên li cihên bilind dijî yekane çavkaniya wan debarê eve ku sewalkariyê bikin. Lê ev qadênku ji bo sewal bê çêrandin jî hatine qedexekirin.

HEWLDANÊN GUNDIYAN HATIN ASTENGKIRIN

Piştî ku helîkopteran herêma daristanî ya di navbera gundên Sîsê û Dêrxust a navçeya Lîceya Amedê ji saet 04.00'an û pê de hat bombebaran kirin pevçûn qewimî. Gel xwest ber bi herêma pevçûn lê berdewam dikin ve bimeşin. Rêvebirên BDP'a Lîceyê jî di nav de gelek kesên ku xwestin biçin herêma pevçûnê di ketina gundê Dêrxuxstê de ji aliyê polîsên tevgera tîmên taybet hatin rawestandin. Welatî hê jî ji bo biçe herêma operasyonê di ketina gund de radiweste. Ji herêma daristanî jî dûkêl bilind dibe.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî