1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Lîceyê mudaxela leşkeran
Li Lîceyê mudaxela leşkeran,li,lîceyê,mudaxela,leşkeran

Li Lîceyê mudaxela leşkeran

A+ A-

5 Pûşper

AMED (DÎHA) - Berxwedana gel a li navçeya Lîceyê ya Amedê di roja 13'an de berdewam dike û yekîneyên leşkeran ên li herêmê hatin bicihkirin careke din êrîş li gel kir. Pevçûnên li herêma Cellîkê dem dem berdewam dikin û ciwanê bombeya gazê li ser wê ket bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Lîceyê ya Amedê berxwedana gel a li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan di roja 13'an de berdewam dike. Pevçûnên duh bi êrîşa leşkeran dest pê kirin îro careke din dest pê kirin. Leşkerên bi wesayîtên zirxî li ser pira nêzî mezraya Cîllekê ya herêma çalakiyê hatin bicihkirin bi 2 TOMA'yan dem dem ava şid û bombeyên gazê diavêje gel. Ciwanê bombeya gazê serê wî ket bi giranî birîndar bû. Ciwanê bi giranî birîndar bû ji aliyê welatiyan ve ji qada pevçûnan hat dûrxistin û pişt re ji bo bibin nexweşxaneyê derxistin rê.

Ciwanan jî bi bombeyên deng bersiva leşkeran dan û hate ragihandin ku ciwanan du bombeyên deng avêtin nokteya leşkeran û ji ber vê yêkê hinek leşker birîndar bûn e. Li ser vê yekê leşkeran qada welatiyan bi guleyên dest bi gulebaranê kir. Hate angaşti yekîneyên leşkeran ji ber pevçûnên dijwar paşve hatin kişandin.

(bd)


Bêjeyên Miftehî