Li Lîceyên planên AKP'ê ketin dewreyê!
30 Gulan
AMED (DÎHA) - Li Lîceyê planên AKP'ê ketin dewreyê. Welatiyên bi rojanin li Lîceyê li dijî çêkirina qereqol û operasyonên leşkerî berxwedidin serê sibê bi tevlîbûna yekîneyên tîmên taybet ên ku duh ji Enqere anîn û sedan leşkeran rastî êrîşê hatin.
Li navçeya Lîceyê ya Amedê bi rojanin welatî li dijî qereqol-qeleqolên li herêmê tên çêkirin û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî pêvajoyê berxwedidin, serê sibê rastî êrîşa leşkeran a tund hatin. Serê sibê tîmên taybet û gelek leşker li herêma Cellîk û herêma nêzî Qereqola Duru ya nêzî herêma welatî bi rojanin çalakiyê li dar dixin hatin bicihkirin. Di nav leşkerên li herêmê hatin bicihkirin de tîmên taybet ên ku duh ji Enqere anîn herêmê jî hebûn û ligel van yekîneyên leşkerên taybet ên ku ji Çewlîk û Mêrdînê sewqî herêmê hatin kirin jî cih digirtin.
Leşker û tîmên taybet ên sewqî herêmê hatin kirin qada welatî lê çalakiyê li dar dixin dorpêçkirin û pişt re bi dehan TOMA, wesayîtên zirxî, ava şid û bombeyên gazê êrîş li welatiyan kirin. Ligel van leşker guleyên plastîk jî di êrîşê de bikartîne.
Ciwan ji bi keviran, bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofan bersiva leşkeran dikin û pevçûn bi awayekî dijwar berdewam dikin. Hate hînbûn ku di dema mudaxeleyê de ji ber bombeyên deng hinek leşker birîndar bûn û hinek welatî ji ber bombeyên gazê, fîşekên plastîk birîndar bûn û ji gazê bi bandor bûn.
Di encama mudaxeleyê de welatiyên birîndarbû û ji ber gazê bi bandor bûyîn ji ber ku di dorpêça leşkeran de ne nebirin nexweşxaneyê.
Mudaxeleya li dijî welatiyan berdewam dike û di vê demê de komekî leşkeran ji bo riya Amed-Lîceyê vebikin xwendekên hatin kolandin dest bi dagirtinê kirin.
Erdogan di koma civîna xwe de planên şer anibûn ziman
Ligel daxwazên welatiyên ên li şuna çêkirina qereqol û qeleqolan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd AKP gavan bavêje, Serokwezîr Erdogan di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku ew dê li dijî berxwedana Lîceyê planên B û C bêxin dewreyê. Piştî gevên Erdogan duh ji Enqere û bajarên cuda tîmên taybet û yekîneyên leşkerên taybet sewqî Amedê hatin kirin.
(bd)