1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Manîsayê 'Berbanga Azadîyê'
Li Manîsayê 'Berbanga Azadîyê',li,manîsayê,berbanga,azadîyê

Li Manîsayê 'Berbanga Azadîyê'

Li Manîsayê di bin baranê de konsera 'Berbanga Azadîyê'

A+ A-

Li Manîseyê bi tevlêbûna gelek hunermendan di bin barana zêde de konsera Berbanga Azadîyê hate lidarxistin. Bi hezaran welati tev li konserê bûn.

Rêxistina BDP'ê ya Manîsayê û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), bi boneya zextên li ser gelê kurd şermezar bikin, şevê din li Manîsayê konsera Berbanga Azadîyê pêk anî. Bi hezaran welatî tev li konserê bûn û heta derengê şevê coşiyan. Konera ku li Qada Pazarê ya Horozkoyê pêk hat, li gel barana zêd jî dîsa bi hezaran welatî amade bûn. Di konserê de rêveberên BDP'ê, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Girsê di konserê de pankartên ''Ez li virim", "Em li hemberî faşîzma AKP'ê bejnê natewînin" û "Çand beden e, ziman bedene, xweza bedene, dest nedin bedena min" vekirin. Konserê bi rêzgirtinê û sirûda "Çerxa Şoreşe" dest pêkir.

Di konserê de Serokê BDP'ê yê Manîsayê Kerem Taylan, anî ziman ku pirsgirêk bi zext û sordariyan çareser nabe û xwest zext û zordariyên li ser kurdan tên meşandin bi dawî bibin. Taylan, polîtîkyên hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û wiha got: "Di ser komkujiya Roboskiyê re 5 meh derbas bûn. Pir aşkere ye ku kê ferman da. Zarokên kurdan hatin qetilkirin. Hikûmeta AKP'ê ser vê yekê vedişêre. Ji ber nasnameya kurd û PKK'ê welatiyên kurd ji aliyê AKP'ê ku divêje ez misliman im ve rastî zulmê tê." Piştî axaftinan Hozan Serhat, Koma Agire Zerdeşt, Hozan Comert û Serhado derketin ser dikê. Welati heta deregnê şevê bi staran coşiyan.

(mae)