1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Marsîlyayê hefteya çanda Kurd hat organîzekirin
Li Marsîlyayê hefteya çanda Kurd hat organîzekirin,li,marsîlyayê,hefteya,çanda,kurd,hat,organîzekirin

Li Marsîlyayê hefteya çanda Kurd hat organîzekirin

A+ A-

MARSÎLYA 10.03.2014 07:54:02 Li komeleya Equitable Café ya bajarê Marsîlyayê, ku qadeke navdar a çandî ye, hefteyekê çanda Kurd hat nasandin. Di nava hefteyekê de bi mijara, çand, ziman û dîroka Kurd û Kurdistanê de xebatên atolye hatin meşandin, konser hatin dayîn û fîlm hatin nîşandan.

Komeleya Equitable Café a li taxa Cours Julien, ku bi awayekî periodîk bernameya 'gel û çandên wan' lidar dixe, vê carê ji Kurdan re mêvandarî kir. Çalakiyên roja Sêşemê destpê kirin, şeva Şemiyê bi konsera koma muzîkê QWX bi dawî bû.

Hefteya çandî roja Sêşemê bi danasîna ziman û alfabeya Kurdî destpê kir. Li atolyeyên hatin danîn, beşdaran peyvên rojane di zaravayê Kurmancî yê Kurdî de tên bikaranîn, hîn bûn.

Roja Sêşemê piştî nîşandana dokûmantera 'Ez Kurd im" semîner hat dayîn. Çêkerê dokûmanterê Antoin Laurent, dostê Kurd û hilbijartiyê herêmî Joel Dutto û nûnerê Navenda Çanda Kurd a Marîlsyayê Serhat Êlih bersiv da pirsên beşdaran.

Êvara Înê şevbêrka dengbêjan hebû. Hunermendên herêmî Rênas, Suleyman Menal, Bûrhan û Dengbêj Selahadîn muzîk û klamên Kurd dan nasandin. Hunermendan der barê cihê dengbêjiyê di çanda Kurd de agahî da û wergera hin klaman kirin. Di şevbêrka dengbêjan de her wiha xwarina Kurdan jî hat nasandin.

Di çalakiyên êvara Şemiyê de jî govend û atolyeyên enstrumanên perkusyon ên Kurd hatin avakirin.

Hefteya çandî êvara Şemiyê bi konsera koma muzîkê QWX a bi beşdariya sedan kesî bi dawî bû.