Li Meksîkayê 17 mûzîsyen hatin kuştin
Li Meksîkayê 17 endamên koma mûzîkê ku ev hefteyek bûn winda bûn, cesedên wan hatin dîtin.
Li Meksîkayê 17 endamên koma mûzîkê ku ev hefteyek bûn winda bûn, cesedên wan hatin dîtin. Cesedên 17 kesan di çalekê de hatin dîtin û her wiha hate diyarkirin ku bi îşkenceyê hatine kuştin.
17 endamên koma mûzîkê ya bi navê ‘Kombo Kolombîa’ li eyaleta Nuevo Leon ya bakûrê welat di çalekê de hatin dîtin.
Koma mûzîkê ya bi navê ‘Kombo Kolombia’ ku bi rêbaza Kolombiya dikir. Yek endamê komê ji bûyerê rizgar dibe û agahiyê dide polîsan. Endamên koma Muzîkê ji aliyê kesên bi çek ve hatin revandin û piştî tên kuştin cesedên wan jî divêjin çaleke 15 metreyî. Endamê komê agahî da polîsan û diyar kir ku ew bi mînîbusekê revandine û di rêwitiyê de 4 saetan îşkence lê hatine kirin.
Endamê komê diyar kir ku ji wan pirsên weke hûn tiryakê bi kar tînin an jî bi çeteyên tiryakê re dixebitina na kirine û da zanîn li erazeyê hemû endamên komê kirine çongan û piştre bi guleyan ew kuştine. Polîsê Meksîkayê diyar kir ku sedema kuştina endamên komê hêj hîn nekirine û got ku lêpirsîn hêj didome.
ANF