1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mexmûrê 17. komploya 15’ê Sibatê bi meşek meşaleyî hat şermezarkirin
Li Mexmûrê 17. komploya 15’ê Sibatê bi meşek meşaleyî hat şermezarkirin,li,mexmûrê,17,komploya,15,ê,sibatê,bi,meşek,meşaleyî,hat,şermezarkirin

Li Mexmûrê 17. komploya 15’ê Sibatê bi meşek meşaleyî hat şermezarkirin

A+ A-

MEXMÛR / ROJNEWS

Li wargeha Mexmûrê komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê û komkujiya Cizîrê bi meşek meşaleyî hat şermezar kirin.

Bi rasthatina 17. Salvegera komloya navdewletî ya 15’ê Sibatê li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ji bo şermezarkirina komploya navdewletî, lanetkirina wehşeta çeteyên AKP’ê ya li ser gelê Kurd û herwisa bi armanca xwedî derketina li berxwedana xwerêveberiyên Bakûrê Kurdistanê, meşek meşaleyî hat lidarxistin.

Meşa meşale di demjimêr 18:30’an de bi tevlîbûna hezaran ciwanan û gel li navenda Saziya Tevgera Ciwanên Mexmûrê destpêkir. Di meşê de bi hezaran meşaleyên ku bi agirê azadiyê hatî pêxistin hatin rakirin û herwisa di meşê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, KJK, YPS û h.w.d hatin rakirin.

Meş ji navenda saziya ciwanên mexmûrê destpêkir, bi avêtina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Dewletên Komploger’, ‘Bijî Berxwedana Cizîrê’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Şehîd Namirin’ heta ber avahiya nûnertiya NY ya Mexmûrê çûn. Piştî ku ji ber avahiya NY’yê meş vegerî, ber bi çiyayê Qereçox ku lê bi tîpên gir yên ‘APO’ hatî nivîsin û agir hatî pêxistin ve meşiyan.

Piştî girseya gel a meşê gihişt cihê kû bi navê ‘APO’ agir hatî pêxistin dirûşm hatin qêrîn. Piştî qêrîna dirûşmeyan, ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê û bi taybet şehîdên komkujiya Cizîrê deqîqeyekê rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê ji aliyê nûnerên Tevgera Ciwanên Mexmûrê ve daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwiste tevayî gelê me û ciwanên me bizanin, êdî dem hatiye ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe tekoşîn û berxwedanê mezin bikin û wiha hat gotin: “Em jiyanekî bê Rêber APO na pejirînin û emê jiyanekî bê Rêber APO bi serê dijminan de bînin xwarê û jiyanê li wan tarî bikîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de li ser navê ciwanên mexmûrê berxwedana xweseriyê hat silav kirin û wiha hat gotin: “Bi van hest û ramanan em weke Komelên Ciwan yên wargeha Ş.Rustem Cûdî , bi giyanê ciwantî tevayî hêzên YPS û YPS-Jin û berxwedana gelê xwe ya li Bakûr silav dikIn, tevayî şehîdên xweseriya demokratîk bi bîr tînin, bejna xwe li beramberê wan ditewênîn.”

Piştî daxuyanî bidawî bû; girseya gel dirûşmên weke; ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Serkeftin ya Gelê Me û Dostên Me ye’, ‘Bijî Berxwedana Ciwan û Gelê Me Ya Jibo Avakirina Xweseriya Demokratîk Tê Dayîn’, ‘Bijî YPS û YPS-Jin’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Rêber APO’ qêriyan û bi vî awayî çalakî bidawî bû.

(wd-ml/ge)