Li Mexmûrê 3'emîn konferansa komeleyên jinên ciwan pêk hat
09:28 24.11.2013 1 / 7 MEXMÛR (DÎHA) - 3’emîn Konferansa Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan Ş. Rustem Cûdî bi şîara “Li ser rêya Sara û Bêrîtanan Têkoşîn Bilind Kirin û bi Rêber Apo re Azad jiyan kirin” re hat li darxistin, bi dawî bû.
3’êmîn Konferansê Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan Ş. Rustem Cûdî (Mexmur) ku bi beşdarbûna 170 jinên ciwan pêk hat, di 23’ê mijdarê de bi dawî bû. Di herdu rojên konferansê de li ser jin û ciwak, di civakê de misyonên jinên ciwan niqaşên dewlemend hatin pêşxistin û biriyarên giring hatin girtin. Di konferansê de rêveberîya jinên ciwan hat hilbijartin û rêzikname hat xwendin. Konferans bi sloganên "Biji serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawi bû.
Hinek biriyarên ku di 3’emîn Konferansê komalên jinên ciwan de hatiye girtin wiha ne: "Di derbarê Çalakîyan de biryara: Heya rakirina esareta rêber Apo weke jinên ciwan, bi awayek çalak pêşxistin u pêkanina çalakiyan'."
Di derbarê Perwerdê de biryar: Bi duruşma "yek jina ciwan divê bê perwerde nemine" di tewareya parêznamên rêber Apo de sazûmankirina perwerdeyan."
Di derbarê Çand û Sporê de biryar: Derbarê çandê de grubên mûzîk û folklor, derbarê sporê de jî grubên futbol, tenîs, valeybol û basketbol werin amadekirin.
Di derabarê Rêxistinî de biryar: Di dijî pevjiniya di temenê biçûk de, qelen, ji dibistanê girtin û rêkirina kar wek vîna jin heya dawî tekoşîn dide û li beramberî nêzîkatiyên deshilatdar yên bi vî awayî jinê pêşkêşî bazarê dike xwe birêxistin dike. Di derbarê parastina cehwerî de biryar: Di her qadê de komîteyên xwe yên parastina cewherî avadike û li ser vî bingehî parastina xwe dike." hatin girtin.
(ekip/mae)