1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mexmûrê ji bo piştgiriya girtiyan çalakiya dorveger dest pê kir
Li Mexmûrê ji bo piştgiriya girtiyan çalakiya dorveger dest pê kir,li,mexmûrê,ji,bo,piştgiriya,girtiyan,çalakiya,dorveger,dest,pê,kir

Li Mexmûrê ji bo piştgiriya girtiyan çalakiya dorveger dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'i ku 65 roj in di greva birçîbûnê de ne, gelê wargehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir.

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'i ku 65 roj in di greva birçîbûnê de ne, gelê wargehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir. Koma ewil bi 40 kesan dest pê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem saet 08:00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargehê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ev 65 roj in, di greva birçîbûnê de ne, gelê wargehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir. Koma yekemîn a greva birçîbûnê bi 40 kesan dest pê kir. Her kom piştî sê rojan wê çalakiyê dewrî koma piştî xwe bike. Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk Nûran Sezgîn got ku em despêkê çalakiya birçîbûnê silav dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hevalên me ev 65 roj in di çalakiya birçibûnê de bedena xwe dane ber mirinê. Dijminê ku tu car mirovatî nas nekiriye niha tê li ser ruhê ku ew qas şîrîn henekan dike û dibêje, 'Ew ne ji bo mafê xwe ji bo kêfê bikin ketine greva birçîbûnê. Em weke gelê wargehê helwesta AKP'ê ya şaş lanet dikin û dibêjin, 'Bila êdî çavên xwe veke.'"

Piştî axaftina endama Meclîsa Gel a Demokratîk Nûran Sezgîn bi dawî bû Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer axivî Ozer wiha got: "Ez çalakiya berxwederên zîndanan silav dikim. Kesên ji bo nasnameya xwe, ji bo civaka xwe, ji bo welatê xwe canê xwe bidin, ew herî bi rûmet û pîroz in, ji ber tu tiştek ji canê mirov şîrîntir tune ye." Ozer wiha dimond: "Ev 65 roj in hevalê me bedena xwe dane ber mirinê û êdî bedena wan dihele, her kêliya diçe hevalên me ber bi mirinê ve diçin. Ev hevalên me ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têkoşînê bilind dikin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP'e bila dest ji polîtikayên xwe yên çewt berde û bila êdî guh bidin dengê mirovahiyê. Em bang li hemû gelê Kurd û gelên cihanê dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya berxwedêrên zîndanan." Ozer axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger em têkoşînê nedîn, berdêlên ku me dane wê tev vala biçin. Li ser vê bingehê em dibêjin, serketin û azadî ya gelê Kurd e."

DİHA