Li Mexmûrê Çand û Jiyan
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xebatên çand û hunerê yên di bin banê TEV-ÇAND’ê de bênavber didomin
RÛŞEN BÎNÎCÎ Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xebatên çand û hunerê yên di bin banê TEV-ÇAND’ê de bênavber didomin. xebaten çand û huner ên wargehê ji dîroka penabertiyê dest pê dike û heya roja me îro te. Gelê Botanê dema ku ji ser axa xwe ya pîroz hat koçberkirin, bê cih û war hat hiştin armanca esasî ew bû ku ew gelê qedîm, ji çand, dîrok û zimanê xwe were dûrxistin. Lê belê, ev gel tevî kuştin, sirgûn, êş, kiryar û pêkanînên dijmirovatiyê jî tu caran dest ji doz û têkoşîna xwe berneda. Çanda xwe ji bîr nekir, her tim hewl da ku çanda xwe bijî û bide jiyandin. Ji ber ku Gelê Botanê di zanebûna heqîqeta xwe de bû. Gelê Botan tu carî xiyanet li dîrok, heqîqet, jiyan û çanda xwe nekir. Di her rê û cihên ku têre derbas bû şopeke bi şanaz û serbilind li pey xwe hişt. Gelê Botanê yê cefakar û serhildêr zanîbû ku berdêla jiyaneke bi rûmet û azad giran e. Di heman demê de zanîbû ku tu gel bê çand û bê dîrok nabe û her gel û neteweyek bi dîrok û çanda xwe tê naskirin.
Endama Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rustem Ruha Amanos der barê xebatên çand û hunerê yên di nav zorî û zehmetiyên jiyana koçberî û penabertiyê de çawa dest pê kirin û bi taybet di wan 2 salên dawî de xebat û berhemên hatine pêşxistin li ser çi armancî hatine birêvebirin û ji bo dema pêş xebatên ku wê pêş bixin nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve kir.
‘Di nav şert û mercên penabertiyê de pêşxistina çand û huner’
Ruha Amanos der barê xebaten çand û hunerê de diyar kir ku ji bo xebatên wan yên çand û hunerê yên di wargehê de xwedî dîrokeke kevnare û wiha got: "Van xebatan mirov dikare ji destpêka koçberiyê de bigire dest. Her çi qas dijmin hewl dabe li ser gelê me qirkirinekê bide meşandin, gelê me ji xak û axa wî qut bike jî gelê me hevî û dilsozî û girêdana xwe ya bi ax û welatê xwe re her dem di dil, jiyan û kesayeta xwe de parastiye û berdewam kiriye. Tu carî dest ji çand û hunera xwe bernedaye di nav her şert û mercên zor û zehmet de jî bi awayekî devkî bi stran, kilam, dîlan û şano nehiştiye wenda bibe. Gelê me yê ku di salên 1994-95’an de bi darê zorê ji ser axa xwe hat sirgûnkirin êş, jan, hesret û hêviyên xwe, di nav cur bi cur xebatên çand û hunerê de anî ziman. Bi komên biçûk dest bi xebatên çand û hunerê hat kirin. Koma muzîkê ya hat avakirin bi navê ‘Koma Penaber’ dest bi xebatên xwe kir. Yanî mirov dikare bêje ku ji wir xebatên çand û huner hatin despêkirin. Komên skeçan hatin avakirin. Dema saz û tembûr nebûn ji teneke û bîdonan ji xwe re amûrên muzîkê çêkirin. Ev xebat bênavber hatin berdewamkirin. Li gorî derfetên xwe saziyên xwe avakirin. Yanî xebatên çand û hunerê yên di nav jiyana sirgûn û penabertiyê de bi vî awayî hatin destpêkirin.”
Di nava çolek bê av de hunerên çandê pêş ketin
Endama Rêveberiya TEV-ÇAND’ê Ruha Amanos, li ser xebatên çand û hunerê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem destnîşan kir ku di nav çoleke bê av, bê dar ku mirov hêviya zerreyeke jiyanê têde nedidît ji aliyê gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) di sala 1998’an de hat avakirin. Amanos, da zanîn ku bi avakirina wargehê re di xebatên çand û hunerê de jî pêşketineke berbiçav hat xuyakirin û wiha berdewam kir: "Kar û xebatên Çand û huner hîn berfirehtir bûn, endam hîn zêdetir bûn, di aliyê cih, peydakirina enstruman û amûran de jî derfet hatin avakirin. Bi damezirandina Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamyayê, di sala 2001’ê de xebatên çand û huner bi gelemperî hatin birêvebirin. Xebatên çand û hunerê her ku berfireh bû, beş û komên ku di her alî de pêşketî û profesyonel hatin avakirin. Gel, her ku çû girîngî da xebatên çand û hunerê, bi taybet di aliyê tevlîbûna zarok, jin û ciwanan de di xebatên çand û hunerê de astên baş û girîng hatin bidestxistin. Lewma di roja me ya îro de em nikarin bêjin endamên me yên çand û hunerê ev qas in. Em dikarin vê jî bêjin ku gelê me yê wargehê bi temamî endamên manewî yên saziya me ne. Ji ber ku di her malekê de dengbêjek heye. Her dengbêjek jî endama û endamê xebatên me ye.”
Ruha Amanos, li ser sazîbûna xebatên çand û hunerê yên wargehê jî dest nîşan kir ku berê xebatên wan di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM)’ê de dihatin birêvebirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Par konferansa me hat lidarxistin. Di wê konferansê de ji ber xebatên me her diçû berfireh dibû. Li wargehê bi pergala Xweseriya Demokratîk re ku pêre gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Di wan sazî û dezgehan de weke beşekê xebatên çand û huner jî hatin birêxistinkirin, mînak: di dibistan, Weqfa Jinan, Akademiya Muzîkê ya Şehîd Serhed -ku di vê Akademiyê xebatên akademîk ên li ser muzîkê tên meşandin-, her wiha li Navenda Komalên Ciwan a Wargehê û hwd. ji bo bi temamî ev xebat di bin banekî de di nav ahengekê de werin birêvebirin koordînasyonek hat damezirandin. Li ser vî esasî jî Tevgera Çand û Huner a Demokratik a Mexmûr (TEV-ÇAND) hat avakirin. Û xebatên me yên çand û huner bi vî awayî tên meşandin.”
(rb/mae)