Li Midyarê êrîşa cerdevanan: 3 birîndar
Akyuz: Cerdevan li wesayîtê peya bûn û gulebaran kirin
10 Pûşper
ENGİN EREN
MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê cerdevanan bi çek êrîşî çalakiya şermezarkirina komkujiya Licê kirin, 3 welatî birîndar bûn û rewşa birîndaran ber bi başbûnê ve diçe. Welatiyê bi navê Yusuf Akyuz diyar kir ku, cerdewanên bi navê; Şîrîn Aslan, Ahmet Akay û Yusuf Taş ji wesayîtê peya bûne, bi çeka kalaşnîkof û tebanceyê, girse dane ber guleyan. Akyuz da zanîn ku cerdevanan nas dike û li nexweşnayeyê polîsan jê re gotine; "tu bi fîşenga hewayî birîndar bûyî".
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji bo şermezarkirina komkujiya Licê meş hat lidarxistin û 3 cerdevanan bi çek êrîşî girseyê kirin. Di encama gulebaranê de 3 welatî birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Artukluyê. Welatiyê bi navê Mesut Akyuz (17) ku birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, Muşerref Alper (50) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe. Gule li piyê rastê yê Yusuf Akyuz (23) ket, emeliyat bû û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Akyuz tiştên ku qewimîne ji DÎHA'yê re vegot.
'Em cerdevanên ku gule barandin nas dikin'
Akyuz anî ziman ku ji bo 2 welatiyên ku li Licê hatine qetlikirin, li taxa Cumhuriyetê meşiyane û 3 kes hatine taxê, ji wesayîtên xwe peya bûne û gule li ser gel reşandine. Akyuz anî ziman ku cerdevanên ku gule barandine nas dike û wiha got: "Ev cerdevan Şîrîn Aslan, Ahmet Akay û Yusuf Taş in. Li serê kolanê sekinîn, wesayîtên xwe peya bûn bi keleş û tebanceyê gule li ser girseyê reşandin. Ez bi piyê xwe birîndar bûm, hevalan ez birim malekê û piştre rakirin nexweşxaneyê."
Akyuz anî ziman ku çalakiyeke demokratîk lidarxistine û wiha got: "Di destê me de çek tunebûn. Piştî ku cerdevanan bi keleş û tebanceyê gule li ser me reşandin, polîsan li nexweşxaneyê pirsa 'tu bi fîşenga hewayî birîndar bûyî' pirsîn. Min jî got ma diyar nîne, ez bi guleyê an fîşenga hewayî birîndar bûme?"
'Ez bang li ciwanên Midyadê dikim; rabin serhildanê'
Akyuz bang li ciwanan kir ku çalakiyên serhildanê li dar bixin û wiha got: "Êdî dem hatiye bibêjin êdî bes e. Mîdyat tije cerdevan û endamên MÎT'ê kirine. Kujer bi çeka dewletê êrîşî me dikin. Ez bang li ciwanên Midyadê dikim; rabin serhildanê. Dê çend Ramazan Baran bên qetilkirin. Dewleta AKP'ê bi çek bersivê dide berxwedana me."
Akyuz destnîşan kir ku dê giliyê 3 cerdevanan bikin û bang li hemû kesên ku beşdarî meşê bûne kir ku, giliyê cerdevanan bikin.
(ça)